SOHR: Li welat tundiya bipergalî bêcezatiyê kûrtir dike

Li gorî daneyên Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî hilweşîna rejîmê bi sedan kes ji ber sedemên tolhildan û mezhebî hatin qetilkirin. Çanda bêcezatiyê, dabeşbûnên civakî û çerxa tolhildanê kûrtir dike.

Navenda Nûçeyan – Hejmara qetlîamên li bajarên cûda yên Sûriyê tên jiyîn, berdewamiya valahiya ewlehiyê tundiya binpergalî eşkere dike.

Sûriye, ji hilweşîna rejîma Baasê ya 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve, piştî hilweşîna tevahî ya saziyên dewletê û hilweşîna mekanîzmayên edaletê, ket pêlekî bêhempa ya tundî, tolhildan û sûcên mezhebî. Ev rewş, ji aliyê Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê ve hate belgekirin.

Daneyên li qadê, nîşan didin binpêkirinên ku ji ber sedemên siyasî, olî an jî civakî sivîlan hedef digrin zêdetir dibin û desthilatek tu bikaribe qanûnan bicîhbîne, nîne. Ev yek jî dibe sedema belavbûna bêcezatiyê û hilweşîna bingehên aştiya civakî.

Bi sedan qetlîam hatin tomar kirin

Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji dawiya sala 2024’an vir ve zêdebûnek cidî di qetlîamên bi armanca tolhildanê de hatiye jiyîn. Bi sedan qetlîamên bi tund hatine tomar kirin. Di van qetlîaman de rêbazên êrîşên çekdarî yên rasterast, windakirinên bi darê zorê û înfazên li ser bingeha nasnameyê hatin bikaranîn. Ev bûyeran, lawaziya rewşa ewlehiyê ya welat, berdewamkirina dabeşbûnên civakî û mezhebî û nebûna bêcezatiya qanûnî radixe berçavan.

Bilançoya kesên hatine qetilkirin

SHOR, ragihand ku ji hilweşîna rejîmê ya 8’ê Mijdara 2025’an vir ve, 22 jê zarok, 40 jê jin bi giştî hezar û 301 kes di qetlîamên înfaz û tolhildanê hatine qetilkirin. Ev qetlîaman, li bajêrên Dera, Şam, Hums, Heleb, Idlib, Lazkiye, Tartus, Hama û Dêrazorê hatin pêkanînin.  Li gorî daneyan, di Kanûna 2024’an de 160 kes, di meha Çileyê de 194, di meha Sibatê de 113, di meha Adarê de 144, di meha Nîsanê de 137, di meha Gulanê de 110 û di meha Hezîranê de jî 105 kes hatin qetilkirin. her wiha di nîvê duyemîn a salê de jî bûyerên tundiyê berdewam kir. Di meha Tîrmehê de 92 kes, di meha Tebaxê de 97 kes, di meha Îlonê de 70 kes û di meha Cotmehê de jî 67 kes jiyana xwe ji dest dan. Hate tomarkirin ku heta roja 8’ê Mijdarê jî 12 kes jiyana xwe ji dest dane.

SOHR’ê bang kir

Çavdêrgêha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku ev qetlîaman êdî ji bûyerên tekane derbas kir û veguherî perçeyek a ji şêwazên tundiya bipergalî û hişyarî da ku ev yek çerxa tolhildan û tundiyê kûrtir dike. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Nebûna lêpirsînên bêalî û pêvajoyên darazê, hawirdora bêcezatiyê xurt dike û baweriya bi saziyên edaletê qels dike." SOHR’ê, banga mudaxaleya lezgîn a navneteweyî ya ji bo parastina sivîlan, xurtkirina mekanîzmayên edaletê ya veguhêz, piştgirî kirina bernameyên lihevhatina civakî û belgekirina rêxistinên civaka sivîl a binpêkirinan û mîsogerkirina piştgirîyê ya ji mexdûran re kir.

Her wiha hate destnîşan kirin ku tesîskirina serweriya hiqûqê û xurtkirina pêvajoya hesabdayînê, ji bo bidestxistina aştiya mayînde ya li Sûriyeyê û parastina civakê ya binpêkirinên ku zêdetirê 10 sal in didome, şert û mercên bingehîn e.