SOHR: Li Efrînê jinek hate revandin

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Efrîna dagirkerî jinek 40 salî ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û çeteyên wê ku Efrîn dagir kirin, pêkanînên wan ên der mirovî yên li beramberî jin, zarok û ciwanan her roja ku diçe zêde dibe. Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi daxuyaniyekê diyarkir ku çekdarên nenas berî 5 rojan jinek 40 salî  ji gundê Badnlî yê navçeya Racoyê dema ku li bajarê Efrînê dikanên xwe vedikir, revandin.

Li gor nûçeya Efrîn News24'ê navê jina hatiye revandin Xeyriye Mûsa ye.  

SOHR da zanîn ku li gor agahiyan, piştî jinê hinek zêr kiriye hatiye revandin û heta niha tu agahî jê nehatiye girtin. SOHR diyarkir ku ev bûyerên revandinê li navçeyên di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên alîgirên wan de rû didin.

Her wiha SOHR destnîşan kir ku di 7’ê Çilê de komeke ji 4 kesên rûpoş pêk dihat, di wesayîtek pîkap a bê plaqe de ciwanek ji şêniyên Xirbet Şaran a Efrînê revandin. Ew ciwan li mala wî ya li kolana Villas a bajarê Efrînê, nîvê şevê hate ravandin û ji malbata wî xwestin ku ji bo azadkirina wî 200 hezar dolar fîdye bidin wan.