Bi boneya 15’ê Gulanê li Hesekê meşa girseyî

Gelê Hesekê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meşek girseyî li dar xist û daxwaza qebûlkirina Zimanê Kurdî ya di destûra Sûriyeyê ya nû de kir.

Hesekê – Cejna Zimanê Kurdî her sal di 15’ê Gulanê de tê pîrozkirin. Ev roj wek roja salvegera derketina yekem hejmara kovara “Hawarê” ya bi tîpên latînî di sala 1932’an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve tê qebûlkirin. Ev roj wekî cejneke neteweyî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, ku nasnameya neteweyî ye tê pîrozkirin.

Bi mebesta nêzîkbûna Cejna Zimanê Kurdî, gelê Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, koçberên kampa Waşokanî, Serêkaniyê û Zirganê, li çarxerêya Beyrûtî ya bajarê Hesekê kom bûn û meşek girseyî li dar xistin. Mamosteyên zimanê Kurdî û şagirtên dibistanan jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên TEV-DEM’ê, pirtûkên Zimanê Kurdî, pankartên bi nivîsa “Şêrîn û xweş e zimanê Kurdî” , “Bi zimanê xwe em ê bijîn”, “Nasîna zimanê me, nasîna hebûna me ye” û” “Kurdî mafê min e” hatin vekirin û slogan hatin berzkirin.

Meş li ber navenda parêzgeha Hesekê veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê ve hate xwendin.

‘Fermiyeta Zimanê Kurdî serkeftina pêvajoya entegrasyonê ye’

Di destpêkê de daxuyaniyê balkişand ser pêvajoya ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe û wiha hat gotin: “Rojavayê Kurdistanê îro di qonaxeka dîrokî ya veguhêz ra derbas dibe û ji 10’ê adara 2025’an ve, pêvajoyeka siyasî ya nû bi rê ve diçe û ji 29’ê Çileyê ve entegrasyona bi hikûmeta Sûrîyeyê ra dest pê kiriye. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê û avakirina Sûrîyeyeka pirreng, pêwîst e serê pêşîn zimanê Kurdî fermî bê nasîn, wekî zimanê perwerdeyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê bê pejirandin û hemû dezgeh û saziyên ziman û perwerdeyê bi awayekê layîq û demokratîk entegre bibin.”

‘Kurdî, nirxekê bingehîn ê Sûrîyeyê ye û beşeka sereke ya serweriya vî welatî ye’

Jînda Ehmê di berdewama daxuyaniyê  de bal kişand ser siyasetên înkarkirin û nijadperstiyê û wiha pê de çû:  “Zimanê Kurdî, pîvana sereke ya welatîbûna wekhev û demokrasiyê ye. Lê mixabin, ji van bûyerên dawî yên Koşka Dadê ya Hesekê em têdighîjin ku hikûmeta demkî ya Şamê, dil heye ku siyaseta nijadperestî û yek zimaniyê dîsa li Sûrîyeyê bi rê ve bibe û wekî rêjîma beriya xwe zimanên din tune bibîne. Di vê çarçoveyê de, kiryarên ku tên kirin û daxuyaniyên fermî yên rayedarên hikûmeta Şamê, cihê şermezariyê ne Kurd ku neteweyeka resen a vê axê û vî welatî ne, mafê wan heye ku zimanê wan fermî be. Kurdî, nirxekê bingehîn ê Sûrîyeyê ye û beşeka sereke ya serweriya vî welatî ye. Loma em ji hemû hêzên navdewletî bi taybetî aktorên ku di Sûrîyeyê de wekî garantor têne naskirin daxwaz dikin ku di vî warî da bi roleka erênî rabin da ku mafê me yê ziman, di destûra nû da bê mîsogerkirin.”

Jînda Ehmê di dawiya daxuyaniyê de 15’ê Gulanê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û banga xwedîderketina li deskeftiyên Şoreşa Rojava kir.

Piştre, şandeyek ku ji 8 kesan pêk hat derbasî gel parêzgerê Hesekê bû da ku nameyekê di riya wî de daxwazê xwe anîne ziman, pêşkêş bike û bighîne Hikûmeta Sûriyê ya Demkî. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin:

“*Bi fermî naskirina Zimanê Kurdî wekî zimanekî sereke ligel zimanên din.

* Danasîna fermî ya zimanê Kurdî di dibistan û zanîngehan de.

* Parastina zimanê Kurdî ji marjînalîzekirin, qedexekirin an jî tahrîfkirinê.

*Di saziyên hikûmetê de, dadgeh û daîreyên fermî bikarnîna Zimanê Kurdî.

*Navê bajaran, zasî û tableyan bi Zimanê Kurdî werin nivîsandin. Nivîsandina navên bajar, sazî û

*Piştgiriya medyaya Kurdî, çand û hunera Kurdî bi zimanê dayîkê.

*Avakirina navendên akademîk û lêkolînê yên ji bo zimanê Kurdî û pêşveçûna wê.

*Mîsogerkirina mafê zarokan ji bo fêrbûna bi zimanê dayîkê bê cudahî.

* Rêzgirtina ji nasname û çanda Kurdî re wekî beşek yekgirtî ya dîroka herêmê.

* Bi dawîanîna polîtîkayên înkar, erebkirinê, an jî her siyasetek ku armanca wê jēbirina zimanê Kurdî ye.”

Em bawer in ku dad, wekhevî û rêzgirtina cihêrengiyê bingehê yekîtiya gelan û aramiya welatan e.