SOHR: Di 24 saetan de li Sûriyeyê 10 kes hatin kuştin

Navenda Sûriyeyê bo Mafên Mirov diyar kir ku di 24 saetên borî de herî kêm 10 kes li Sûriyeyê di bûyerên cuda de hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Navenda Suriyeyê ya Mafê Mirovan li gundewarê bakurê Dêrazorê, di encama teqîna mayinekê de li bajarokê Xeşam, ciwanek jiyana xwe ji dest da, her wiha zarokekî temen 15 salî jî di teqîneke bi heman rengî de li gundewarê Suluk a bakurê Reqayê jiyana xwe ji dest da.

Li Deraa, çekdarên nenas efserekî ewlekariya Şamê bi guleyên rasterast li bajarê Heyt kuştin. Her wiha rojnamevanê bi navê Ebdulrehman Elherîrî û ciwanekî din ku pê re bû li ser rêya di navbera bajarokê El Sûra û bajarokê El Hirak de hatin kuştin.

Li Şamê, di dema pevçûneke çekdarî di navbera çend welatiyan de li parkekê keçikek hat kuştin. Li bajarê Cerablûs ê rojhilatê Helebê, di encama gulebarana bêserûber li dawetekê keçekê jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê El Sifîrê yê rojhilatê Helebê kesekî ji gundê Ebû Drîxa ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin.

Li gundê Feylûnê yê gundewarê Idlibê, di encama şer û pevçûnên malbatî de, 2 kes hatin kuştin.