Soha ya Xezayî: Em dixwazin jiyanek bi rûmet bijîn
Jina bi navê Soha Jarour, ji ber êrîşên Îsrailê bi xatiya xwe ya ku felc bûyî re di çadirek biçûk de dijî û bi tiştên li ser dezgeyê difroşe hewl dide pêdiviyên xwe bicih bîne, got “Em dixwazin jiyanek bi rûmet bijîn.”
NAGHAM KARAJEH
Xeza- Êrîşên Îsraîlê yên li hember Zîvala Xezayê didomin. Bi sedema van êrîşan mirov nikarin li cihên ku lê bicih bûne xwarin, av, derman, cilûberg, betanî û gelek tiştên din ên jiyanî peyda bikin.
Jina 30 salî ya bi navê Soha Jarour’un, ji ber zêdebûna bombebaranên li Xezyê, bi tevê malbata xwe re koçber bû çû herêmên başûr. Ji ber ku xatiyek wê felc e, neçar in li bajêr bimînin. Soha Jarour got, “Min nikaribû wê bihêlim. Hemû rêyên ku diçûn başûrê bajêr, xeter bûn û rev alternatîfek baş nînbû. Em derketina vê riyê, dibe ku em bimrana.”
‘Ne êzing heye ku em bişewitînin ne jî av’
Soha Jarour anî ziman ku avahiya lê diman ruxiyaye, lewma bi xatiya xwe re dest bi lêgerîna çadirê kirine. Soha wiha got: “Em bi heftiyan lê geriyan. Dawiya dawî min li cihekî talan bûyî, çadirek biçûk dît. Em di çadirê de ne, lê tiştên herî biçûk ên jiyanî ku ji me re lazim dibin jî, nayê peydakirin. Ji bo çêkirina şîvek û ji bo serşûştinê ji me re av û êzing lazim e, lê peyda nabe. Ji ber ku piştgirî tuneye, karên rojane dibin wek êşkence. Tiştekî ku em pê debara xwe bikin û barê me sivik bibe, tuneye. Lewma jî jiyana me zehmet dibe.”
‘Debara min bi zor têra tiştên bingehîn dike’
Soha Jarour, da zanîn ku digel şert û mercên evqas zor jî serê xwe natewînin û wiha domand: “Min ji bo pêdiviyên zarokan, dezgeyek biçûk danî. Lê dahata min bi zor têra tiştên herî bingehîn dike. Ji bo jiyana xwe bidomînim anha têra min dike. Ji bo jiyaneke bi rûmet, bişev û biroj dixebitim. Dahata min hindik be jî, hewl didim ku ji malbata xwe ya koçî başûrê bajêr kiriye re, hinek pere bişînim. Mirov di şert û mercên pir dijwar de dijîn.”
‘Jin di jiyana xwe de rûpelek nû vedikin’
Soha Jarour, destnîşan kir ku jin bûne koma herî derkirî ya civakê û wiha got: “Neçar in di mercên dijwar de bixebitin. Bi tena serê xwe debara malbata xwe dikin. Ji piştgiriya derûnî û têkiliyên civakî tevahî bêpar in. Xizmetên alîkariyê kêm in têr nakin. Jin digel barê giran ê li ser milê wan e jî, xwe bi berxwedanê li ser piya dihêlin. Bi sebr û aramî di jiyana xwe de rûpelên nû vedikin.”
‘Em terka erdên xwe nadin’
Soha Jarour, ragihand ku jiyana wan beriya şer zêdetir bi ewle bûye û wiha got: “Min qet hezr nedikir ku ez ê li ber dezgeyek biçûk bisekinim. Ez dixwazim jiyaneke bi rûmet bijîm û dixwazim derfetek min hebe ku nîşan bidim ku dikarim vê yekê pêk bînim. Em dixwazin jiyana xwe ji nû ve ava bikin û jiyaneke mirovane bijîn. Zor û zehmetî hebin jî, em li vir liberxwe didin û terka erdên xwe nadin.”