Siyasetmendarên herêma Firatê li hemberî pirojeya dagirkeriyê rabûn

Partiyên siyasî yên herêma Firatê li dijî bicihkirina projeya dewleta tirk a koçberên Sûriyê li herêmên dagirkirî daxuyanî dan.

Kobanê - Dewleta tirk raghand ku wê Milyon koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê derbasî herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkanî, Girêspî, Bab, Ezaz û Cerbablûs bike, ji ber vê bi sedan kamp tên avakirin. Li hember vê pirojeyê endamên partiya Sûriyeke Pêşeroj, partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanî, partiya Wefaq ya Demokratî Kurdên Sûriyê, partiya Demokratîk ya Kurdên Sûriyê (Elpartî), partiya Çep a Kurdên Sûriyê, partiya Demokratîk ya Kurdên Sûriyê, partiya Cumhurî ya Kurdistanî û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li qada Jina Azad kombûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê serokê meclîsa Partiya Sûriya Pêşeroj  ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyê roleke neynî dilîze ku dergehên xwe ji bo komên teror vekir û di encama wê de Sûriya bû qada tesfiyakirina hesabên di navbera tevahî kom û girupên çete. Ev nêzikatî di demeke ku divyabû Tirkiriya weke dewleteke cîran rêzê ji bo zagonên navnetewî nîşan bide. Dewleta tirk tenê di çarçoveya destekdayîna lojistî û ixstxbartî de nema, lê belê bi rengekî raste rast mudaxele kir û gelek deverên Sûriyê dagirkir, ji bo komên çete û teror herêmên bi ewle ava kir.

Dewleta tirk hemû zagonên navnetewî binpê dike, weke dewleteke ji rê derketî tevdigere û rojane kiryaran dike, demografiyê dughere, sucên şer li hember mirovan pêk tîne û rastiyeke weke ya Lîwa Iskenderon û Qubusê ava dike. Daxuyaniyên herî dawî yên dewleta tirk û biryardayîna wan a li ser pirojeya vegerandina zêdetirî Milyoneke koçberên Sûriyê û li herêmên dagirkirî bi cih kirin, niştecihên wan herêman yên resen koçberkirin, xirabkirina şûnwarên wan, nasname û çanda wan ji hole rakirin, di bin navê vegera koçberên Sûriyê de pêk tê.

Ev rewş cihê mixabî û şermezarkirinê ye ku gelek hêz li hember vê pirojeya qirêj bê helwestin, bi taybet jî desthilatariya Şamê li hember kiryar û binpêkirinên ku li ser sînorên Bakur yên Sûriyê pêk tên bê deng e. Ev yek jî dihêle ku herêm bi çalakiyên terorî re rû bi rû bimîne, ewlehî û îstqrariya herêmê têk biçe.

Em weke partiyên siyasî yên herêma Firatê ji civaka navnetewî daxwaz dikin ku berpirsyarê hildin û vê pirojeya dagirkeriyê rawestînin. Her wiha em ji Emerîka û meclîsa ewlehiyê daxwaz dikin ku biryarên di derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê bi cih bînin da ku Sûriyeke demokratîk û nenavendî ava bibe.”