Li Taizê ji ji bo vekirina rêyên sereke meşekî lidarxistin
Meşa ku duh roja 25ê Gulanê li bajarê Taizê yê başûrê rojavayê Yemenê pêk hat, bi beşdariyeke mezin a jinan hat lidarxistin.
RANIA ABDULLAH
Yemen- Jinên parêzgeha Taizê li Yemenê ji hemû alî, sazî, beşên jinan, rêxistinên civaka sivîl û însiyatîfên jinan, daxwaza rakirina dorpêçê û vekirina riyên sereke bê şert û merc kirin û berteka xwe ji bo plana vekirina riyên alternatîf anîn ziman.
Riyên sereke
Merwa El-Sameî got ku beşdarbûna jinan di vê meşê de ji bo rakirina dorpêça li ser bajarê Taizê ye ku sê sal domiyaye, hêvî dike ku riyên sereke li pêşiya xelkê bajarê Taizê werin vekirin û her wiha azarên welatiyan li hundir û derveyê parêzgehê bên zanîn.
Ji aliyê xwe ve Xeyriye El-Afifî wiha got: "Em daxwaza rakirina dorpêça li ser bajarê Taizê dikin. Em ji êş û azarên berdewam ku şêniyên vî bajarî ji 8 sal berê de temenê didin têr bûn.
Der barê mijarê de endama Yekitiya Partiya Ciwanan Adwa El-Amirî ji ajansa me re wiha got: "Em îro ji bo dorpêçkirina Taizê, ji bo bidawîkirina dorpêça ku bi salan e berdewam dike derketin derve. Em bang li Netewên Yekgirtî û komîteyên danustandinan dikin ku bi cidî li ser êş û azarên xelkê Taizê bisekinin. Emê razî nabin ji bilî vekirina rêyên sereke."
Bes e dorpêç
Li aliyekî din ve Hena Şercebî jî hêrsa xwe li hember bûyerên ku li welatê wê qewimîn nîşan da û wiha anî ziman: "Em derketin dengê xwe bilind bikin divê ew dorpêça li ser bajarê Taizê rakin. Dorpêç ji vî bajarî re bes e, sivîlên li Taizê ji ber veguhestinê û bihabûna riyan mexdûr dibin. Vekirina balafirgeha Sana ji bo welatiyan girîngiyeke mezin e û vekirina riyên sereke yên bajarê Taizê jî ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê ku ev 8 sal in berdewam dike hîn girîng e."
Di heman demê de Safiya El Humeirî piştrast dike û dibîje em jin û mêr, ciwan û mezin derketin derve, ji ber ku em hemû ji vê hovîtiyê êşê dikşînin û ev daxwaza me ye ji destpêka dorpêçê ve. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku vê mijarê binirxîne û encamên erênî derxîne.