Sirwe Mihemed: Divê pêvajoya siyasî ya li Iraqê li gorî berjewendiyên gel çareser bibe
Li Iraqê ji ber alozî û nakokiyan rewş her diçe xirab dibe, endama parlamantoya Iraqê Sirwe Mihemed diyar kir ku divê aliyên Kurd pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir, duh li ser hesabê twîterê peyamek belav kir û diyar kir ku ew bi temamî ji siyasetê vekişiyane. Piştî peyama Sedir alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê daketin kolanan û di demek kurt de koşka komarî û parlamentoya Iraqê ji aliyê xwepêşandêran ve hat desteserkirin û qedexeya hatin û çûyînê hat ragihandin. Xwepêşandanan heta dernegê şevê berdewam kirin li gorî çavkaniyên ji Wezareta Tenduristiya Iraqê, şer di navbera çekdarên Seraya Selamî ya ser bi Tevgera Sedir û hêzên ewlekariyê de qewimiye. Di encama şer û pevçûnan de 30 kes hatine kuştin û zêdetirî 390 kes jî birîndar bûne.
Endama parlamentoya Iraqê Sirwe Mihemed li ser hesabê xwe yê facebookê nivîsek belav kir û wiha got: “Têkçûna rewşa siyasî ya Iraqê daketina qadan ji aliyê beşek ji serkirdeyên siyasî ve ye, sedemên wê mezin bû heta gihîşt vê astê. Divê aliyên Kurd di vê demê de yekgirtî bin divê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pirsgirêkên pêvajoya siyasî li Iraqê ziyanên mezin dane destkeftiyên zagon û desturê. Salên zêde Kurd weke hêzeke siyasî bandora yekgirtî û ji bo yekdengiyê dixebitîn, ji ber wê divê careke din pirsgirêkên xwe çareser bikin û girîngî bidin yekdengiya siyasî û hamû alî bi hev re ji bo berjewendiyên giştî yên xelkê kar bikin.”