Sînemageran nerazîbûn nîşanî tundiya li ser jinên sînamegerên Îranê dan

Sînemagerên Îranê têkildarî tundî û tacîza di demên dawî de li ser jinên sînemagerên zêdebûyî dan zanîn ku ew tundî û newekheviya zayendî di sînemayê de napejirînin.

Navenda Nûçeyan – Di demên dawiyê de her diçe li ser jinên sînemagerên Îranê tundiya sistematik dewam dike. Li hemberî vê yeke 300 jinên sînemagerên Îranê ku di nava wan de lîstikvanên navdar jî heyî daxwaznameyek bi mebesta şermezarkirina tundiya sîsetematîk a li ser sînemagerên jin tê meşandin îmze kirin. Li ser heman mijarê Mala Sînemagerên Îranê û Komeleya Lîstkvanên Sînemeya Îranê jî helwesta xwe nîşan dan.

Komeleya Lîstkvanên Sînemeya Îranê derbarê raporên vê dawiyê têkildarî destdirêjiya li ser sînemagerên jin hatîn dayîn daxuyaniyek nivîskî weşand. Komeleyê bang li hemû şanogeran bi taybetî yên ku rastî tacîz û tundiyê hatine kir û xwest bi rêya encumena parsatina Mala Sînemayê li ser nav û meqamên kesên tundiyê dikin raweste.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku desteya rêveberiya Komeleya Lîstikvanên Sînemaya Îranê bi hemû hêza xwe dê li kêleka mexduran be heta ku tawanbar bên cezakirin û rê nade ti xemsarî û tawîz li ser pirensîb û kerameta mirovî û îtîbara sînemaya Îranê bê kirin.

Mala Sînemaya Îranê jî li hember raporên vê dawiyê yên derheqê destdirêjiyê di sînemaya Îranê de zêde bûn, Mala Sînemayê di daxuyaniyekê de ev tişt ragihand: “Em her tundûtûjiyeke muhtemel, bi taybetî tundûtûjiya zayendî, bi awayên curbicur şermezar dikin.”