Sînematograf Raquel Fernández: Şoreşa Rojava nîşaneyek xurt a berxwedana jinan e
Sînematograf Raquel Fernández Núñez a gelek filmên navdar kişandiye û di rêzefîlma La Casa de Papel de jî cihê xwe girtiye, li ser Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Semboleke xurt a berxwedana jinan e.”
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Navenda Nûçeyan – Dema ku bi hişmendiya mêr li dijî hebûna jinan û civakan zext tê kirin, sînema dibe amûra herî bihêz ku rastiya jinê û civakê nîşan dide. Lewra sînemager dibe çav, ziman û guhê jin û civakê ku rê nîşanî wan bide. Sînematografî jî, ahenga di navbera hêmanên dîmenên fîlm û senaryoya wê de ye. Raquel Fernández Núñez sînematografek navdar a dinyayê ye ku fîlma Anqa jî di nav de gelek filmên navdar kişandiye û di rêzefîlma La Casa de Papel de jî cihê xwe girtiye. Raquel, têkildarî têkiliya di navbera sînema û têkoşîna jinan de bersiv da pirsên ajansa me.
Raquel Fernández Núñez ji bo xebatên sinemayê yên jinan wiha got: “Nivîskar herî zêde mêr in. Ji bo vê yekê, dema dixwazin li ser me diaxavin, nizanin em çi jiyan dikin. Ne bedena me nas dikin, ne jî rihê me. Ji bo vê yekê, yekem car e di dîrokê de hem amûr û hem zanebûna me heye ku em bi xwe li ser xwe diaxivin.” Raquel her wiha ji bo Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got: “Semboleke herî bihêz e. Ji ber ev tevger nîşan dide ku em dikarin dinyayek ji wê baştir ji bo me ava bikin.”
Di sînemayê de rêwîtiya 30 salan: Min dixwest li wê derê bim
Raquel Fernández Núñez li ser pirsa me ya rêwitiya wê ya xebatên sînemayê wiha got: “Ji ber ku li bajarê lê jidayîk bûme û heya 17 saliya xwe min jiyan kir jî, her tim mihrîcana filman hebû. Niha jî heye. Dema ku zarok bûm, wan fîlman şewazên cûda ên jiyanê, mijarên cûda, mijarên siyasî û çandî jî nîşanî min dan. Ev yek pir bandorê li min kir. Min fêm kir ku ez bi xwe wek ferd dixwazim her tiştî bizanim û nas bikim. Mînak dema ez zarok bûm li ser erazî, ku min di fîlman de dîtiye. Min dixwest ku zêdetir li ser wan çîrokên ji fîlman bizanim, ew fîlmên ku min di zarokatiya xwe de temaşe kiriye. Ez bawerim ev bû sedem ku ez bibim Sînematograf. Min dixwest li wê derê bim û nas bikim, her tiştên li ser wê bizanim û bikim wêne an jî dîmen. Fîlm amûrekî pir xurt e ji bo ku bi rêya çavê me behsa çîrokan bikim.”
‘Hewl didim ku jinan bi awayekî rast nîşan bidim’
Raquel Fernández Núñez a armanca xwe ya sereke ya bi taybetî di salên dawî de anî ziman, got ku “hewl didim jinan bi awayekî rast nîşan bidim.” Raquel destnîşan kir ku bi xebatên xwe yên sînemayê hewl dide ku hestên jinan bi awayekî rast nîşan bide. Raquel armanca xwe bi van gotinan vegot: “Ji bo ku hem bi şêwazek rast werin dîtin û di heman demê de ji bo ku em ji xwe bipirsin, çi di hundirê me de heye? Ezê hewl bidim ku bi rêya wêne û dîmen nîşan bidim.”
‘Di qada sînemayê de jî têkoşînek divê’
Raquel Fernández Núñez têkildarî çirisandina jinan a di sînemayê de jî pirsên wekî “Emê çawa bikaribin stereotîpên jin ku sînema li ser me ferz dike bişkênin? Di destpêke de ez bawerim tehlîl ji me re lazime, ev stereotîp çi ne?” kir û wiha got: “Piştî vêya divê em têkoşîn bimeşînin, ji ber ku ev têkoşînek e. Mesela stereotîpa jinên ku qurban in an jî lawaz in. Ez hemû karakteran nas nakim ku di nav dinyaya sînemayê de belav bûne, an jî di qada hunerê de. Ez bawerim tiştê herî mimkûn ev e ku wan karakteran tehlîl bike, bi taybetî jî ya ku rastiya jinan nîşan nade. Tevî ku em ji sedî 50’yê alemê ne jî. Piştî vêya ez bêjim rol û mîsyon dikeve ser milê me û ev berpirsyarî ye jî.”
‘Nivîskar herî zêde mêr in, me nas nakin’
Raquel balkişand ser berpirsyariya ku karaktera jinê di fîlm û çîrokên çêdibin de hêja dike û axaftina xwe wiha domand: “Ev tiştekî pir zor e, ji ber ku hîn jî hêz di destê mêran de ye û berê xwe dide wê. Ez nizanim, lê di serî de nivîskarên ku wan çîrokan dinvîsin, di destpêke de li ser me û li ser hestên me dinvîsin.”
‘Tiştek şaş bibînim dibêjim’
Raquel destnîşan kir ku ew nivîskar herî zêde mêr in û zehmetiyên ku di vî warî de tên kişandin wiha bilêv kir: “Ji bo vê yekê, dema ku dixwazin li ser me diaxavin, nizanin ku em çi dijîn. Tecrubeya wan tuneye, ne bedena me nas dikin, ne jî rihê me. Ji bo vê yekê, yekem car e di dîrokê de hem amûr û hem zanebûna me heye ku em bi xwe li ser xwe diaxavin. Yanê em bi awayekî yekser behsa xwe dikin. Ez wek sînematograf, hewl didim vêya bikim nivîs û tiştên ku tên nivîsandin tehlîl dikim, li ser wê bi derhênerê fîlman re nîqaş dikim. Eger ez bibînim ku tiştek şaş e, wî tiştî dibêjim, nîşan didim.”
‘Divê em vê derfetê bikar bînin’
Raquel Fernández Núñez anî ziman ku ji bo rast nîşandana rastiya jinê, hewldanek û têkoşînek xurt pêwîst e û wiha pê de çû: “Wexta derfet hebe jî ez di civînan de wan mijaran tînim ziman û hewl didim guhertinê çêkim. Belkî tiştekî pir biçûk be jî, lê ya herî girîng ev e. Niha wexta me hat û ez bawer im pêwîst e em wê derfetê bikar bînin.”
‘Şoreşa Jinan nîşan dide ku em dikarin dinyayek baştir ava bikin’
Raquel Fernández Núñez têkildarî Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kir ku ev şoreşa jinan e û wiha got: “Ji bo min semboleke pir xurt a berxwedana jinan e. Bi wî awayî derî di siyasetê de ji bo jinan vekirin. Di heman demê de jin tên perwerdekirin. Xwe parastin jî tiştekî herî girîng e, wekî ku em hemû dizanin. Ez bawerim cihê xwe di nav siyasetê de girtin û pergaleke ekonomîk a wekhev ava kirin. Ji bo me yê herî girîng ev e. Ji ber ku di destê me de tiştek wisa tuneye, yek ji wan tuneye. Ji bo vê yekê, ji bo min ev semboleke herî bihêz e. Ji ber ev tevger nîşan dide ku em dikarin cîhaneke ji wê baştir ji bo me ava bikin. Ev ne tenê ji bo jinan, bi gelemperî ye jî.”
Raquel Fernández Núñez kî ye?
Raquel Fernández Núñez di sala 1972’yan de li bajarê Valladolid a Îspanyayê jidayik bû. Beşa Sînematografî ya Dibistana Fîlm a Madrîdê qedand. Raquel Fernández Núñez a ev 30 sal in di qada sînemayê de kar dike, gelek fîlm û belgeselan kişandiye. Hîn xebatên wê yên li derketine pêş, ‘Anqa (2023)’, ‘Haunting of the Mary Celeste (2020)’, ‘Stoma (2013)’ nin. Her wiha Raquel Fernández Núñez di rêzefîlma La Casa de Papel û Berlîn (2023) de jî di departmana jûriya lîstikvanan de cîhê xwe girtiye. Niha jî rêzefîlma wê ya Britnes heye. Raquel Fernández Núñez di karê xwe de profesyonel e. Raquel, bi xebatên xwe yên qada sînematografiyê tê naskirin.