Sîbel Balaç a di rojiya mirinê de bû sewqî nexweşxaneyê kirin
Sîbel Balaç a 265 roj in di rojiya mirinê de ye, bi serlêdana parêzerên xwe ji bo nirxandina rewşa wê ya tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dîşkapî Yildirim Beyazît hat kirin.
Navenda Nûçeyan- Sîbel Balaç 265 roj in bi daxwaza darizandina adîlane di rojiya mirinê de ye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ji bo Sîbel Balaç ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re sêrledana taloqkirina înfazê kirin. Sîbel Balaç a 3 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tê girtin, piştî serlêdanê ji bo nirxandinê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dîşkapi Yildirim Beyazît a Enqereyê hat kirin.
Parêzerên wê diyar kirin ku Sîbel Balaç ketiye 41 kîloyan, nexweşiyên weke êşa dil, zehmetiya meşînê, di hundirê dev de birîn û di dest û piyên wê de ji ber tahribata demaran nerehetiyên wek şewat heye û anîn ziman ku rewşa wê ya tenduristî ne guncaw e ku di girtîgehê de bimîne û xwestin demildest bê berdan. Malbat û hevalên Sîbel Balaç ên birin qawîşa girtî ya nexweşxaneyê sekna xwe ya li nexweşxaneyê didomînin.
Daxwazên Sîbel Balaç jî wiha ne:
*Bi dawî anîna bi taybet dosyaya wê, darizandinên ku bi delîlên dîjîtal ên ku rastiya wê nîne tên meşandin,
*Dawî anîna darizandinên ku li ser îfadeyên şahidên veşartî û şahidên îtîrafkar didomin,
*Berdana girtiyên nexweş,
*Rakirina seyareyên ku weke yek rîng tê nasîn û li dijî rûmeta mirovî ye,
*Bi dawîkirina qedexeyên li girtîgehan kirîna pirtûk û kovaran,
*Bê kêmasî pêkanîna Mafê Hevpeyvînê ku bi giştînameya bi jimareya 45/1 a Wezareta Edaletê ji girtiyan re tê dayîn.
* Rakirina cezayên dîsîplînê yên ku mafên bisînor ên girtiyan jî destê wan digre, tecrîda li ser wan zêde dike û înfazên wan dirêj dike.