Sêşema na ji darvekirinê re: Mirina Somaye Raşîdî encama polîtîkayên îşkenceyê ye

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’, ji bo malbata Somaye Raşîdî ya li Girtîgeha Qerçekê jiyana xwe ji dest da hevgirtin nîşan da û bang li gelê Îranê kir ku li dijî van cezayên darvekirinê yên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind bikin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 88’emîn de li 52 girtîgehên Îranê berdewam kir. kampanyaya "Na ji bo Darvekirinên Roja Sêşemê" li 52 girtîgehên li seranserê Îranê pêk hat.

Girtiyên beşdarî kampanyayê bûn, sersaxî ji malbata girtiya siyasî Somaye Raşîdî ya ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê ket komayê û piştî 11 rojan jiyana xwe ji dest da xwestin û mirina Somaye Raşîdî mîna perçeyekî ya polîtîkaya ‘kuştina girtiyan a bi îşkenceyê re’ pênase kirin. Her wiha daxwaza demil dest rawestandina cezayên darvekirinê û bidawîanîna vê pêvajoya dijî mirovahiyê kirin.

Daxuyaniya Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ wiha ye:

Em bi xemgîniyek kûr û hevgirtinek bêdawî girtiya siyasî Somaye Raşîdî ya ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da, bi bîr tînin. Mirina wê ya bêguneh, perçeyek ya polîtîkaya ‘kuştina girtiyan a bi îşkenceyê re’ ye û li ser rewşa nexweşên di girtîgehên welat de, hişyariyek bi êş e. Girtiyên di van girtiyan de, ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovan bêpar tên hiştin. Em wek endamên Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’, sersaxî malbat û hevalên wê re dixwazin.

Binpêkirinên mafên mirovî

Di heman demê de, di 7’ê Cotmehê de darvekirina Behnam Choubi Asl, cezayên darvekirinê yên ji bo Hemed Validî û Nima Shahî hatine dayîn û êrêkirina cezayê Peyman Farah Avor, nîşaneya berdewamiya zext û tundiya rejîmê ye. Ev biryarên bêedalet, bi awayekî vekirî binpêkirinên mafên mirovan in û divê demil dest werin rawestandin.

Di hefteyekî de 46 kes hat darvekirin

Di heman çarçoveyê de, daxuyaniya Raportorê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî May Sato ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê, careke din bala navneteweyî kişand ser rewşa xirab a li girtîgehan. Hefteya borî 46 darvekirin û di meha Îlonê de 190 darvekirin hate jiyîn, ev jî di 35 salên dawîn de hejmara herî bilind e. Her wiha di 6 mehên ewil ên salê de darvekirina 871 kesan, asta tirsnak a binpêkirinên mafên mirovan nîşan didin.

Bang: Li dijî biryarê der-mirovî dengê xwe bilind bikin

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ van sûcan şermezar dike û careke din daxwaza demil dest rawestandina cezayên darvekirinê û bidawîanîna vê pêvajoya li dijî mirovahiyê dike. Dengê me, ji bo hemû girtiyên ku di nava zilm û bêedaletiyê de asê mane, qîrîna hevgirtinê ye. Em spasiya hemû piştgirîvanên kampanyayê ya li seranserê cîhanê dikin û destnîşan kirin ku em tenê bi hevgirtin û yekîtiyê dikarin makîneya darvekirinê rawestînin. Hemû xwepêşandanên ku li dijî cezayê darvekirinê tên kirin, gavekî ya rawestandina vê pêvajoya hovane ye. Em bang li kesên li dijî cezayê darvekirinê ne dikin ku dengê xwe li dijî van biryarên li dijî mirovahiyê bilind bikin.”