Serokwezîra Meclisa Misilman a Birîtaniya ya nû Zara ye

Meclisa İslamî ya li Birîtaniya 31'ê çile ragihand ku Zara Mihemend wezîfeya Sekretera Giştî ya Encûmeniya Meclisê bi dest xist û bû yekem jina ku peyîwira serokwezîriyê digir e.

Navenda Nûçeyan – Di dengdayîna ku hefteya dawîn a çileya 2021'an de hatî lidarxistin de Zara Mihemed hat hilbijartin û li hemberî Ajmal Masrour biserket.
Di anketa ku ji hêla komên girêdayî rêxistina îslamî ya herî mezin a Birîtanyayê ve hatî çêkirin de Zara herî zêde deng girtiye.
Zara Mihemed ya 29 salî, dê li cihê serokwezîr Harun Khan yê ku wezîfeya xwe zêdeyî çar salan bidawî kir peyîwirê bigire. Harun Khan ji sala 2016'an de du caran pey hev peywir girtiye.
Di daxuyaniya 31'ê çile ku ji hêla Meclisa İslamî ve hat dayîn de Zara Mihemed wiha gotibû: "Ez li bendê me ku avakirina dezgehek tevlihev, pireng û nûner berdewam bikim. Bi armanca ku hemû pêwîstiyên misilmanên Birîtanî pêk bînim."
Zara Mihend ya ku ji bajarê Glasgowê ya li qiraxa Çemê Clydeve ya li rojavayê Deşta Navendî ya Skotlandê dikeve, hêvî dike ku ev peywira girtî ji hemû welatiyan re bibe ilham ku peyîwirên xwe bicîh bînin û wiha domand: "Ez difikirim ku jin carinan dudil in peyîwirên weke serokwezîriyê bigirin, çiqas jîrbin jî hinek di aliyê girtina peyîwirên wiha de bi fikar nêz dibin."
Berê Zara Mihemed di Meclisa İslamî ya Birîtaniya de peywira Alîkarê Sekrter girtibû. Li Zanîngeha Strathcly ku duyemîn zanîngeha herî mezin a Glasgowê ye, pileya macistêr di qanûna mafên mirovan de girtiye. Di heman demê de, di warê perwerde û pêşkeftinê de jî wekî şêwirmend dixebite.