Seroka herî ciwan ya Ekvadorê hate qetilkirin

Seroka herî ciwan ya şaredariya Ekvador Brigitte Garcia ya 27 salî û alîkara wê Jairo Loor hate qetilkirin. Cenazeyên wan di nava erebeyek parqkirî de hate dîtin.

Navenda Nûçeyan- Cenazeyê Seroka herî ciwan ya şaredariya Ekvador ku welatê başûrê Emerîka ye Brigitte Gacia ya 27 salî û alîkarê wê Jairo Loor di nava erbeyek parqkirî de hate dîtin. Hate diyarkirin ku Brigitte Garcia û Jairo Loor bi çekê hatine qetilkirin, derbarê êrişê de lêpirsin hatiye destpêkirin.

  ‘Li Ekvadorê kes di ewlehiyê de nîne’

Tevgera Şoreşên welat ku Brigitte Garcia endamê wê ye bûyer weke ‘suikast’ bi nav kir. Damezrênera partiye û serokê berê ya dewletê Rafael Correa got: “Ez matmayîme û tiştek ku ez bibêjim nabînim. Li Ekvadorê kes di ewlehiyê de nîne.”

Di mehên derbasbûyî de nemzetê serokê dewleta Ekvador Fernando Villavicencio jî di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest dabû. Fernando Villavicencio ku bi sekna xwe ya li dijî xizaniyê dihat nasîn, di dîroka 9’ê tebaxa 2023’an de li paytext Kito di dema diket erebaya xwe de ji aliyê êrişkarekê ve 3 gule hat reşandin û hat qetilkirin.