Serlêdanên Fona Lêkolîna Femînîst Mey Cemal a 2014’an dest pê kirin

Weqfa Edrak a Pêşketin û Wekheviyê ragihand ku serlêdanên Fona Lêkolîna Femînîst Mey Cemal a 2024’an, ji bo bîranîna femînîsta Misrê Mey Cemal a di 2’yê Mijdara 2023’an de bi êrişa Îsraîlê li taxa Şêx Ridwan jiyana xwe ji dest daye, dest pê kirine.

Cezayîr-Serlêdanên ji bo bîranîna femînîsta Misrê Mey Cemal a di 2’yê Mijdara 2023’an de bi êrişa Îsraîlê li taxa Şêx Ridwan jiyana xwe ji dest da, dest pê kirin.

Armanca fona ku navê ‘Mey Cemal lê hatiye kirin, ew e ku ji bo pêşxistina lêkolînên aktivîstên ciwan ên femînîst der barê lêkolînên jinan de nivîs dinivîsînin û der barê parastina mafên jinan de hestiyar in  piştevaniya wan bike. Weqf bi fonê, hewl dide lêkolînên der barê pirsgirêkên jinan û parastina berhemên jinan de belge bike. 

Armanca Fona Mey Cemal piştgirîkirina pêşxistina kêrhatiyên lêkolînên aktivîstên femînîstên ciwan e ku bi perspektîfek femînîst lêkolîn bikin û bi nifşan bidome, pirsgirêkên jinan û parastina hilberîna  agahiyên femînîst belge dike.

Fona lêkolîna femînîstan, ji bo jinên ku di destpêk û navenda pîşeya xwe de ne ku eleqe nîşanî nivîsên lokolînê didin û ji bo sûdê bide xebatên lêkolînên femînîst di xalên cuda de were pêşkêşkirin vekiriye.

Mey Cemal kî ye?

Mey Cemal lêkolîner û aktivîsta femînîst ya Misirê ku jiyana xwe daye parastina mafê jinan û têkoşîna li dijî tundiya civakê ye. Di 2’ê mijdara 2023’an de piştî êrişa Îsrailê li dijî taxa Şeyh Radvan ya li Xeza de li gel hevjîn û malbata xwe jiyana xwe ji dest da. Li pey xwe têkoşînek ku bi têkoşîna femînîst îlham dide gelek kesan û xebatek bênavber hişt.  

Mey Cemal di sala 1988’an de ji dayik bûye û piştî ku ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Ayn Şems mezûn bû li Zanîngeha Qahîreyê di qada hiqûqa navneteweyî de lîsansa bilind kir. Di zanîngeha Emerîkayê de dîplomaya rêveberiya kar girt.

Yek ji avakera Weqfa Edrak a pêşketin û wekheviyê bû, weke rêvebera naveroka dîjîtal pewir dikir. Di mijara avakirina navenda şopandina sûcên tundiyê û girêdayî zayenda civakê de roleke girîng lîst. Rêveberiya piştevaniya di sazî û yekîneya advocacy girt. Xebat û ceribandinên Mey Cemal gelek cur bû. Ji bo xebatê zayendî, di navenda Tadîn de weke lêkolîner xebitî û bi saziyên civaka sivîl ên cuda re bi torên herêmê re hevkarî kir. 

Teşwîqkirina jinên lêkolîner û piştgirîkirina lêkolînên ciwan, xeyalên Mey ên nehatine pêkanîn bûn. Ji ber wê fon tê wateya spasiya ji bo têkoşîna wê û rûmetdarkirina xebatên wê.