“Serkeftina me ya li dijî dagirkeriyê xwe dispêre hevgirtin û têkoşîna gelê me”
Endama Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo Bêrîtan Mihemed di komcivîna rûsipiyên êlên eşîran de têkildarî geşedanên siyasî got: “Yekrêziya hemû pêkhatiyên Sûriye çarenûsa me hemûyan diyar dike.”
Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe de hemû gelê herêmê dike armanc bê ku tu ferq bike navbera pêkhatiyan. Yekrêziya gelê herêmê li dijî vê yekê dikaribû heya niha nirxên şoreşa gelan biparêze. Di komcivîna rûsipiyên êlên eşîran de ya ku li dijî kiryar, êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê hate lidarxistin. Endama Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo Bêrîtan Mihemed gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmê nirxand.
“Pêwîset e li dijî vê dagirkeriyê em xwedî helwest bin”
Bêrîtan Mihemed xeteriyên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê anî ziman, her wiha bal kişand li ser hevgirtina pêkhatiyên herêmê û wiha domand: “Di herêmên me de rewşeke aloz heye û di tevahî Sûriye de encamên vê aloziyê derdikeve pêşberî me. Dewleta tirk dixwaze herêmê dagir bike û kiryarên hovana der heqê hemû pêkhatiyan de tîne. Dixwaze herêmên me bi taybet ji dagirkeriya wê re vekirî be û sisayeta xwe ya dijminatiya azadiya gelan bide rûnişkandin. Dewleta tirk dijminê yekemîne di herêmên me de û her dixwaze ewlehiya vê herêma ku gelê wê aram dijî têk biçe. Em dibînin dewleta tirk destê xwe dike hemû peyman û pilanên di Rojhilata Navîn de da ku xeyalên osmaniya xwe ya berê vegerîne. Serkeftina me li dijî dagirkeriyê xwe dispêre hevgirtin û têkoşîna gelê me. Pêwîset e li dijî vê dagirkeriyê em bi wijdanê xwe bisekinin. Heya asteke bilind gelê me şerê gelê şoreşgerî di kasayet û sekna xwe diyarder kiriye lê hevgirtina hemû pêkhatiyên herêmê jî dikare bibe bersîveke xurt ji vê dagirkeriyê re. Tevî zexta dewleta tirk jî me dikaribû em gelê xwe li derdora xwe kombikin û parastina hemû civakên di Bakur û Rojhilatê Sûriye de bikin.”
“Yekrêziya hemû pêkhatiyên Sûriye çarenûsa me diyar dike”
Bêrîtan Mihemed bal kişand li ser girîngiya têkoşîna li dijî dagirkeran ji bo jiyaneke azade û wiha pêde çû: “Şerê me li dijî dewleta tirk dirêj e û lêgerîna me ji bo jiyaneke azad her di domandinê deye. Yekrêziya hemû pêkhatiyên Sûriye çarenûsa me diyar dike, ger em li dijî dagirkeriyê nebin yek em nikarin hêviya gelê xwe pêk bînin. Ji bo xeyal û hêviyên azadiya gelê me zindî bimînin me gelek berdel dane û gihîştine serkeftinên mayinde. Têkoşîneke demdirêj li pêşiya me ye ji ber hîn armancên dagirkeran tam ne gihîştina serî. Hemû dewlet dizanin çareserî di destê me deye ji ber em sîstemeke demokratîk di herêmên xwe de didin meşandin û herêmên me di Sûriye de dikaribû divê aloziyê de bimîne herêmên herî bi ewle û hemû netewan himbêzkirin. Hevgirtina pêkhatiyên herêmên me wê hemû rengên dagirkeriyê têk bibe. Pêwîste di biryara vê têkoşînê de gelê me bi israr be û em jî wê armanca me ya yekemîn parastin û azadiya vî gelî ye. Gelek pilan hene yekîtiya me ji hev qut bike lê yekîtiya me wê esasê serkeftina me be ji ber dijmên dixwaze bercewendiyên xwe di parçebûna me de pêk bîne. Sûriye ji gelê wê reye ne ji dagirkeran re ye. Di dawiyê de ez vê dibêjim herêmên dagirkerî wê bêne rizgarkirin, dagirkerî her çiqas dirêj bike dewam nake. Heya gelê me ewqas xwedî rihekî bi têkoşîn be wê serkeftin tim para me be.”