Serhildanên li Rojhilat û Îranê didome

Nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 11 roj in berdewam dikin, li gel wê niha jî çalakiya mamoste û xwendekaran dest pê kir.

Navenda Nûçeyan - Nerzîbûnên berfireh ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ruxmê hemû êrîş, girtin û kuştinan, xwepêşandêr 11 rojin li qadan in û çalakiyên xwe berdewam dikin, di heman demê de mamoste, xwendekara, bijîjk sendîkayên din bi çalakiyên xwe hikumet hejandin.

Di heman demê de li Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşadanan de şewitandina ala rejîma Îslamê, ala Xemanî agir berda mala xiyanetkaran û gel li dijî hêzên supayê pastaran bi dirûşmên ‘Navê Kurdistanê bilind e û dijmin dilerizine, mirin ji bo Xemanî, mirin ji bo komara Îsalamê, Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî’ careke din nerazîbûnên xwe li dijî dagirkerî û destdirêjiya rejîma Îranê û tundîtûjiya sîstematik a li dijî jinan nîşan dan.

Hêzên taybet û sûpayê pasdaran bi gule û gaza dijwar êrîşî xwepêşandêran kirin û hejmarek zêde kes hatin kuştin û birîndar bûn. Ruxmê hemû astengiyên rejîma Îranê jî çalakvanên siyasî û medenî carek din xwepêşandanên xwe bi biryarderiyek mezin berdewam kirin û daxwaza beşdarbûna çalakiyan kirin li seranserî Kurdistan û Îranê û peyam dan ku heta têkçûna rejîmê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

“Rejîma Îranê mal bi mal êrîş dike”

Li gorî çavkaniyan, di xwepêşandanên şeva borî de hêzên ewlehiyê mal bi mal digerin gaza dijwar li malan direşînin û balafirên bê mirov ên rejîma Îslamê li ser bajaran digerin hêzên taybet û supayê pastaran gule li malan direşînin. Bi êrîşên guleyan ên hêzên rejîma Îranê xwepêşandêr bêdeng nebûn û bi çalakiyên berfireh daxwaza rûxandina rejîma Îslamê dikin.

Rêxistina mafên mirovan a Îranê diyar kir ku hejmara kuştiyên xwepêşandarên Îranê heta niha gihîştiye 76 kesan û piraniya kuştiyan di bin gefên dem û dezgehên emnî de bi şev dispêrin axê.

Her wiha rêxistinê bi bîr xist ku heta niha jî xetên întrenetê qutkirî ne û gelek malbat di bin gefan de ne ji bo agahiyan belav nekin, bi vê ve jî girêdayî hejmarek çalakvan û xwepêşandêr hatine girtin.

Li gorî agahiyên rêxistinê di nava 76 kesên hatine qetilkirin de herî kêm şeş jin û çar zarok hene.