Dayîkên Şemiyê aqûbeta Îlyas Eren pirsîn
Dayîkên Şemiyê ku ji bo Îlyas Eren, yê ku di 11’ê Adara 1997’an de li ber deriyê mala xwe hat revandin, daxwaza edaletê kirin. Wan xwest ku di bûyerên windakirinê de lêpirsînên serbixwe û bibandor bên meşandin.
Stenbol – Dayîkên Şemiyê, ku her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê li hev kom dibin, di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 96’an de daxuyanî da ku Îlyas Eren, yê ku beriya 29 salan li Amedê piştî binçavkirinê hat windakirin, ji bîr nekin. Metna daxuyaniyê Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê, Jiyan Tosun, xwend.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku dewlet divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) tevbigerin û di dozên windayan de lêpirsînek bibandor were meşandin.
Jiyan Tosun got ku bisînorkirina beşdariya çalakiya li Qada Galatasarayê dijî mafan e û ew ê li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Wê got: “Daxwazên civakî bi rêya aştiyane anîna ziman, bingeha civakek demokratîk e. Qedexeya mekanê ji bo sînordarkirina beşdariyê li kombûna Galatasarayê, dijî destûra bingehîn û normên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Dawî li binpêkirina mafê me bînin. Biryarên dadgeha destûra bingehîn bicîhbînin. Bariyer û qedexeyan rakin.”
Çîroka Îlyas Eren
Di daxuyaniyê de, ku çîroka Îlyas Eren tê de cih girtiye, wiha hate gotin:
“Îlyas Eren li mezraya Rindikê ya gundê Dêlit ê Pasûrê dijiya û cotkar bû. Bavê 8 zarokan bû. Gundê wan di sala 1993’an de ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin û malbat ji neçarî koçî navenda Pasûrê bû.
Îlyas Eren berê jî hatibû binçavkirin; 20 rojan di îşkenceyê de hate girtin, pirsgirêkên tenduristiyê jiyan dikir. Ji bo ku bibe cerdevan zext li ser hate kirin û gef lê hatin xwarin.
Di 11’ê Adara 1997’an de ji bo vegere mala xwe çû termînala rêwiyan a Pasûrê ya li Amedê. Dema ku li benda wesayîtê bû, saet derdora 13:50’an de 4 kesên ku cil û bergên sivîl li xwe kiribûn û xwe wekî polîs dan nasîn, bi zorê ew li wesayîteke reş siwar kirin û revandin.
Kesên li termînalê û xizmên wî jî şahidê bûyerê bûn. Şahidan got ku Eren bi zorê hate siwarkirin û wesayît jî ya cerdevanekî li Pasûrê bû. Ji wê rojê ve tu agahî ji Eren nehat girtin.”
‘Lêpirsînek bibandor nehate meşandin’
Di daxuyaniyê de li ser pêvajoya darizandinê wiha hate gotin:
“Malbata wî di 17’ê Adara 1997’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û daxwaz kir ku aqûbeta wî were pirsîn. Dozgeriyê daxwaz kir ku gilî li Dozgeriya Komarê ya Pasûrê were kirin û ji bo tesbîtkirina berpirsyaran gavan bên avêtin.
Lê di vê pêvajoyê de lêpirsîneke baş nehate kirin. Dozger E. Alper di 4’ê Gulana 1998’an de daxwaz kir ku li ser polîsên ku di wê demê de li Amedê dixebitîn û peywira xwe bicîhneanîbûn lêpirsîn were destpêkirin. Lê di 1’ê Îlona 1998’an de biryar hate dayin ku hewce nake lêpirsîn li ser wan were kirin.
Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn, malbatê serî li DMME’yê da. Hikûmetê jî di parastina xwe de qebûl kir ku tevdîrên pêwîst nehatine girtin û mafê jiyanê yê Îlyas Eren hat binpêkirin. Her weha soz da ku ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran gavan biavêje û rêyek dostane bipejirîne.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku tevî van soz û serlêdanan jî tu gavek nehatiye avêtin:
“Di dosyaya Îlyas Eren de lêpirsîneke bibandor nehate meşandin. Rastî dernexistin holê. Berpirsyar nehatin darizandin. Dosya bi demborînê hat girtin. Sozên ku ji DMME’yê re hatin dayîn nehatin bicihanîn.
Divê, di serî de Îlyas Eren, di hemû dosyayên windakirina bi zorê de lêpirsîneke serbixwe, bibandor û encamgir were meşandin. Hewce ye astengiya demborînê were rakirin û polîtîkaya necezakirinê bi dawî bibe. Çend sal jî derbas bibin, em ê her dem ji bo windakiriyên xwe daxwaza edaletê bikin û wan ji bîr nekin.”
Di dawiyê de jî beşdaran qurnefîl danîn ber bariyerên li Qada Galatasarayê.