Serhildanên li Îranê di şeva çilrojiya Jîna Emînî de berdewam kirin

Çalakiyên nerazîbûnê yên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Şeva borî çalakgeran li bajarên cuda bi dirûşmên li dijî rejîma Îranê başdarî çalakiyên ji bo çilrojiya Jîna Emînî bûn û hevdengiya xwe ya heta serkeftinê anîn ziman.

Navenda Nûçeyan- Bi serhildanên li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê şeva borî, xwendekar, hemwelatî, çîn û kesayetên din li seranserê Îranê beşdarî çalakiyên nerazîbûnê yên li qadan bûn dirûşmên ji bo pêşwazîkirina çilrojiya Jîna Emînî bilind kirin û bal hat kişandin ku dê yekitî û hevdengî wê rejîma Îranê birûxîne.

Li gorî nûçeyan di çalakiyên ji bo çilrojiya qetilkirina Jîna Emînî de astengiyên di bin nave ewlekariyê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûn. Bi taybetî li Seqizê hêzên ewlekariyê û hêzên taybet li cihên cuda belav bûn û gef li malbata Jîna Emînî xwarin. Her wiha gef li çalakvanên medenî, siyasî û girtiyên siyasî xwarin ji bo ku beşdarî çilrojiya Jîna Emînî nebin lê belê li rûxmê hemû van gefan şeva borî piştî gihîştina Elî Dayî, Wurya Xefurî û Hemîd Lek ji bo otêla Kurd li Saqiz bi beşdarbûnek girseyî rê û resmên çilrojiya Jina Emînî ruxmê hêzên ewlehiyê derdora otelê dorpeç kirin û wan şandin otela hikumetê. Hemwelatiyên bajarê Seqizê bi girseyî li ber deriyê otela Kurd kom bûn û dirûşm bilind kirin daxwaza azadiya wan kirin.

Bi guleyan êrîşê xwepêşanderan kirin

Li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê û pasdaran bi guleyan êrîşî xwepêşaderan kirin ji bo ku belav bibin, heta niha jî agahiyên tam ên li ser hejmara kuştî, birîndar û girtiyan tune ne.

Li bajarê Sine, Mihabad, Kirmanşan, Qurwe, Bûkan, Bane, Kamîran, Dîwander, Serdeşt, Îlam, Wurmî xwepêşander daketin qadan û bi pêxistina agir û nîşandana nerazîbûnan, nivîsandina dirûşm û şewitandina wêneyên rejîma Îranî beşdarî merasîma çilrojiya qetilkirina Jîna Emînî bûn.

Li Sistan û Belucistan, Tahran, Esfehan, Şîraz, Hemedan, Kirman, Meşhed, Erdibil, Ehwuz, Xuzistan, Bender Ebas, Tebrîz, Kerec, Reşt, Lahîcan û Bîrcend hemwelatî û xwendekar daketin qadan dirûşm bilind kirin û serhildana xwe berdewam kirin. Hat zanîn ku xwepêşanderan, li gelek bajaran wesayîdên serbazî şewitandine û baregehên Basic û Pasdaran dane ber agir.