Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi greva giştî didome

Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li Îran û Rojhilata Kurdistanê dest pê kirin, didomin. Li dijî êrîşên rejîma Îranê yên li dijî çalakiyan û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî heye.

Navenda Nûçeyan- Gel li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo Jîna Mahsa Emînî ya ku li Tahrana paytexta Îranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve hat qetilkirin rabû ser piyan. Ligel ku çalakî û serhildan li hemû deverên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn, îro li seranserê welat greva giştî heye. Hat dîtin ku ji bo şermezarkirina êrîşên rejîma Îranê yên li ser sazî û avahiyên Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya greva giştî de gelek navendan jî deriyên dikanên xwe venekirin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), têkildarî greva giştî daxuyaniyek hevbeş weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Heya îro raperîn gihîştiye astek berbiçav û bersivek bi sûd. Lê pêwîstî bi pêngavek di astek bilindtir de heye. Divê bi rêbazên cuda weke grev û nerazîbûn, guhertin werin kirin. Em bang li jin, karker, xwendekar, xwendekarên zanîngehê, mamoste, rewşenbîr, kasibkar, çalakvanên siyasî, werzîşvan, hunermend û cotyaran dikin ku têkoşîna azadiyê bigihîjînin qonaxeke nû û berfirehtir bikin. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi tevlibûna hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina azadiyê, bûye haveynê herî mezin a şoreşa sedsala bîst û yekem a li ser bingehê azadiya jinan û gelan. Serhildana gelan nihîşt gihîştiye astek ku destkeftiyên mezin bi dest xistiye û temînata azadiyê di demek nêzîk de ye."