Serhildana li Îran û Rojhilat di roja 33’emîn de ye
Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkir, ket roja xwe ya 33’emîn.

Navenda Nûçeyan- Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve li Îranê destpêkir, di roja xwe ya 33’emîn de ye.
Duh tevahiya şev li Sinê, Kirmaşan, Mehabat, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamîran, Direşarê Îlam û gelek navêndin ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam kir. Bi taybetî ciwanan li gelek bajaran bi pêxistina agir û dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman. Di çalakiyan de rejîma Îranê hat şermezar kirin, dîsa xwendekaran û mamostayên zanîngehan li hinek zanîngehan biryara boyketê girtin.
Li Tehran, Meşhed, Qehirîcan, Esfehan, Ehwaz, Erak, Sawe, Gewherdeştî, Kerec û gelek navendin ên Îranê çalakiyên nerazîbûnê hebûn. di xwepêşandanên nerazîbûnê de dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” hat berz kirin.
Ji gelê sirgûnkirin daxuyaniya hevpar
Îraniyên ku ji ber zextên li welatê xwe koçî derveyî welat kirine, bi tevgera gel ya li Îranê re banga hevgirtinê kirin. Îraniyan ku daxuyaniyeke hevpar weşandin, wiha gotin: “Em bang li çalakvan û rêxistinên siyasî yên hemû cîhanê dikin ku bi taybetî berdana girtiyên siyasî, ji bo zêdekirina zextên li ser rejîma Îranê, çi destê van te bila bikin.”
Herwiha li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, heta niha di xwepêşandan de herî kêm 215 kes ji aliyê hezên rejîmê ve hatine qetilkirin.