Serhildana li Îran û Rojhilat 117 roj in bênavber didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, rûxmê hemû zextên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê jî, bê navber di roja 117’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan - Serhildana gelên Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di roja xwe ya 117’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, ji bo tepisandina serhildanê, bi binçavkirin, girtin, cezayên girtîgehê, perê û darvekirinan çalakvanan ceza dike. Xwendekar Xezal Amirî bi derbeyên copê hat qetilkirin, du xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Sanehê hatin revandin, 4 sal cezayê girtîgehê li Nazanîn Keynejad hat birîn, xwendekar Sahar Azarpira bi kefaletê hat berdan, Meryem Kargar Karamî ji bo dû serdemê xwendinê ji zanîngehê hat dûrxistin.

Li gel zext û êrişên li dijî gel ê hikumeta Îranê bertekên gelan ên li dijî desthilata heyî û biryarên wî yên darvekirinê didome, lîstikvana Fransî û xwediyê xelata Oskar û Kûreya Zêrîn Marion Cottiar darvekirina xwepêşanderên ciwanên li Îranê şermezar kir.

Xwendekar Xezal Amirî bi derbeyên copê hat qetilkirin

Sendîkaya Xwendekarên Îranê ragihand ku agahiyên der barê xwendekara Zanîngeha Şîrazê Xezal Amirî di xwepêşandanên meha Cotmehê de encama derbên cop de jiyana xwe ji dest daye, girtiye.

Li gor agahiyan, xwendekara zanîngeha Şîrazê Xezal Amirî di xwepêşandanên 10’ê Cotmehê de bi copan rastî îşkenceyê hatiye, lê ji tirsa girtin neçû nexweşxaneyê. Xezal a ku rewşa wê di xeteriyê de bûye, rojek piştî bûyerê rakirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha "Konseyên Yekîtiya Xwendekarên ya Welat" ku nûçeyên xwendekaran belav diweşîne, diyar kir ku qetilkirina Xezal "bi awayekî serbixwe nehatiye piştrast nakin an jî nehatine înkar kirin.”

Du xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Sinê hatin revandin

Du xwendekarên zanîngeha Teknîkî ya Sinê yên bi navê Fatemeh Moradî û Aso Marafî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin revandin. Der barê sûcdariyên xwendekarên jin û rewşa wan de agahî nayê dayîn.

Ji destpêka serhildana gel a “Jin, Jiyan, Azadî” ve, hêzên ewlehiyê cara yekem avêtin ser Zanîngeha Teknîkî ya Sanehê ku xwendekarên wê jinên ciwan e û xwendekaran girt.

4 sal cezayê girtîgehê li Nazanîn Keynejad hat birîn

Babek Rezakhanî yê hevjîna berê ya wergêrvan, çalakvana propagandayê û stratejîstê naverokê Nazanin Keynejad ku 8’ê Cotmehê di xwepêşandanên li seranserî welat de hat girtin, li gel hesabê xwe twîtterê ragihand ku Nazanin Keynejad ya di serdegirtina mala xwe de hat girtin û sewqî girtîgeha Karçak a Varamînê hat kirin. Her wiha ragihand ku ji aliyê Girtîgeha Şaxa 15’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve mehkûmê 4 sal cezayê girtîgehê û ji bilî 2 sal qedexeya endamtiya partî û koman, 2 sal qedexeya derketina dervayî welat lê hatiye birîn.

Xwendekar Sahar Azarpira bi kefaletê hat berdan

Hunermend a xwendekara hunerê ya zanîngeha Îsfehanê Sahar Azarpira ya 16’ê Mijdarê li kolaneke bajarê Îsfehanê ji ber belavkirina wêneyekî bê hicaba hatibû girtin, piştî 84 rojan di binçavkirinê de ma ji Girtîgeha Dolatabad a Îsfehanê bi awayekî demkî bi kefaletê hatin berdan.

Hêzên ewlehiyê dema Sahar di binçavan de bû, komputer, telefona desta û flasha jî di nav de dest danîn ser kelûpelên wê yên şexsî. Sahar Azarpira bi îdiayên " Dimenek ku li kolanê xwe vekiriye weşandin”, "Li dijî ewlehiya walêt tevgerandin” û "li ser medyaya dijîtal tevlîbûna komek" tê sûcdarkirin.

Meryem Kargar Karamî du serdem ji zanîngehê hat dûrxistin

Meryem Kargar Karamî ya li zanîngeha Ferdowsî ya Meşhedê di qada hiqûqê de xwendekara doktoraya, ji ber tevlîbûna xwepêşandanên xwendekaran, du heyam ji dibistanê hat dûrxistin.

Konseya Xwendekarên Îranê ragihand ku Meryem Kargar Karamî li zanîngeha Ferdowsî ya Meşhedê di qada hiqûqê de xwendekara doktorayê û di bingeha darazê de û parêzer e, ji aliyê Komîteya Disîplinê ya Zanîngehê ve bi sûcdriya “di hawridora zanîngehê avakirina kaosê” mehkûmê cezayê du heyaman menkirinê hat kirin.

Her wiha xwendekara doktorayê ku li zanîngehê wek profesor ders dida, piştî se hefteyan ji ber piştgirî kirina xwendekarên xwepêşander sê hefteyan ji kat hat derxistin û dersên wê dewre profesorek din hat kirin.

Marion Cottiar: Li Îranê rewşa awarte heye

Lîstikvana Fransî û xwediyê xelata Oskar û Kûreya Zêrîn Marion Cottiar, darvekirina xwepêşanderên ciwanên li Îranê şermezar kir.

Marion Cottiar ya li ser Instagramê parvekirinek kir, wêneya Mihemed Mehdî Keremî ya bavê xwe dibêje: “Bavê min cezayê me da me, lê ıiştekî ji dayika min re nebêj e” û darvekirina Mihemed Mehdî Keremî û Seyed Mohammad Hosseinî bi etîketa "Li Îranê darvekirin bi rawestînin" şermezar kirin.

Marion Kotiar bang li hemû cîhanê kir li dijî Komara Îslamî ya Îranê têkoşîna xwe ya ji bo piştgiriya gelê Îranê bidomînin û wiha got: "Divê em behsa êşên ew kişandiye bikin. Li Îranê rewşa awarte heye. Divê ji bo rizgarkirina mirovên bêguneh ku ji aliyê rejîma Îranê ve mehkûmê cezayê darvekirinê tên, têkoşîna xwe berdewam bikin.”