Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şoreşa Rojava du eniyên heman têkoşînê ne
Sê jinên çalakvanên siyasî piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re nîşan dan û daxwaz ji azadîxwazên cîhanê kirin ku li dijî êrişên dagirkerî û dîktatoriyê bibin yek.
SARA XEFÛRÎ
Kirmanşah – Sê jinên çalakvanên siyasî yên ji xelkê Kirmanşahê Hediye G, Berdiya K, Sara J rewşa niha ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxandin û piştevaniya xwe bi gelê Rojava û sîstema Revberiya Xweser a demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyê re anîn ziman.
‘Şoreşa Rojava bû nîşana berxwedanê’
Çalakvan Hediye G, Berdiya K û Sara J rewşa niha ya Sûriyê û Rojava yê ku di bin êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ne nirxandin û gotin: “Şoreşa Rojava bi berxwedana li dijî DAIŞ’ê bû nîşana berxwedana çerxê. Piştî derbasbûna zêdetirî 10 salan gihîşt astekê giring. Pêwîstî bi piştevaniya berpirsyartiya azadîxwazan û alîgirên demokrasî yên hemû cîhanê heye. Rojava hêmaya hêvî, berxwedan û wekheviyê ye. Di roja îro de li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê radiwestin. Her wiha çawa serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a li Îranê li dijî rejîma Îslamê têdikoşe, Rojava jî li dijî çeteyên dewleta Tirk radiweste û ev du eniyên têkoşîn û doza hevbeş ji bo demokrasî, azadiyê ye.”
‘Armanca netew dewletan tepesandina gelên azadîxwazin’
Çalakvanan wiha gotinên xwe domandin: “Rejîma Îslama Îranê ku sûd ji darvekirin û girtinan digre, heman ew siyaseta ku dimeşînin, navenda Îşkenceyê ya Beşer Esad weke ‘sednayî’ ji bo bêdengkirina dengê xelkê bi kardianî. Li aliyek din rejîma Erdogan bi xeyala zindîkirina împaratoriya Osmanî, li gel çeteyan, xaka Sûriyê dagir kir û dest bi qetilkirina xelkê Sûriyê, Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Ev hikumet tevî cûdahiyan rolan, hemû netew dewlet armanca wan hevbeş in. Tepisandina gelên azadîxwaz û jinên têkoşer, şerê vê desthilatê ye.”
‘Rojava modelek baş e ji bo cîhanê’
Jinên çalakvan destnîşan kirin ku parastina Rojava, parastina nirxê mirovahiyê û modelek ji bo cîhanek baştir e û wiha gotin: “Rojava bi avakirina sîstema rêveberiya demokratîk li ser bingehê tezên Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê hêviyeke ji bo gelê Kurd, Ereb, Sûryanî, Ermenî, Çerkez û Tirkmenan, modelek ji bo hemû gelên cîhanê ye. Jin di vê şoreşê de pêşenga berxwedan û guherînê ye.”
‘Li dijî êrişên dewleta Tirk bibin yek’
Jinên çalakvan herî dawî ev tişt gotin: “Em jinên Kirmanşan, daxwaz ji hemû azadîxwaz, femînîst, sosyalîst û aliyên dadperwerî yên civakê li Rojhilata Navîn û li seranserî cîhane dikin ku li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bibin yek. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tenê ne dirûşmeyeke, manîfestoyek ji bo bingehê cîhanek wekhev, azad û berxwedanê ye. Divê em li dijî dîktator û hêza kevneperest rawestin.”