Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 45 roj in serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome, tevî tedbîrên tund ên rejîmê jî xwepêşander bi awayekî girseyî daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Serhildana gelê Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, di roja xwe ya 45’an de berdewam dike. Rûxmê ku polîs û leşkerên rejîmê gelek bajarên welat dorpêç kirin, xwepêşanderan ji berdewamkirina xwepêşandanan gav paş de neavêtin. 

Çalakger û xwendekarên ku duh li bajarên Sine, Pîraşahr, Mehabad, Îlam, Kirmaşan, Gîlan Xerb, Urmiye, Myandaw, Seqiz, Bane, Bukan û gelek bajarên din daketin qadan, rastî gefan hatin û hatin girtin. Gelê ku bi pêşengiya jinan û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daket qadan diyar kirin ku ev serhildan heta azadiyê wê bidome.

Wesayîtên hêzên rejîmê hatin şewitandin

Mamosteyên Zanîngeha Kurdistanê jî bertek nîşanî zextên rejîma Îranê dan û nehiştin ku xwendekar bên girtin. Her wiha Sîstan-Belûçistan, Ehwas, Tehran, Çabehar, Şîraz, Bandar Abbas, Reşt, Amol, Lahican, Isfehan, Refsanca, Revansar, Tebrîz, Zencan, Yezd, Hemedan, Sari, Kerec, Xuzistan, Meşhed, Kum, Şîraz, Qezvîn şoreşgeran barîkat danîn û silogan avêtin û otombîlên hêzên rêjîmê şewitandin.

Di encama êrîşên hêzên çewisandinê yên li bajarên cuda de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.