Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 131’emîn de didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, bê navber di roja xwe ya 131’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan - Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 131’emîn de didome. Rejîma Îranê ji bo tepeserkirina serhildanên li Îran û Rojhilat kiryarên xwe yên binçavkirin zext, binçavkirin û girtin berdewam dike. Dema serhildanê de gel kolan neterikand, ji bo rakirina cezayên darvekirinê li Karajê xizm û malbatên girtiyan li ber Girtîgehê çalakiyek lidarxistin.

Her wiha hatê hinbûn ku duh danê nîvro pêwendiya înternetê ya Îranê ji bo çend deqîqeyan qut bû û zivirandina vê ya rewşa xwe ya berê bi saetan domkir. Li gorî heman raporê, piştî nîvro derdora demjimêr 12:00’an de înterneta hemû torên mobîl û malan ji bo demekê bi temamî hatiye qut kirin.

Çalakvan û mamoste Marzieh Janîpoûr hat binçavkirin û girtin

Hate hînbûn ku li Tahrana paytexta welat Marzieh Janîpoûr hat binçavkirin û girtin. Marzieh Janîpoûr a li Tahranê dijî, sewqî Girtîgeha Êvînê hat kirin. Çavkaniyên rêxistinên mafên mirovan derbarê girtina Marzieh Janîpoûr ku tê diyar kirin çalakvan û mamoste ye, agahî da. Hat parvekirin ku Marzieh Janîpoûr hat girtin û sewqî qawîşa Hejmara 209’an ya Girtîgeha Êvînê hat kirin, lê der barê îdiayên li ser wê de agahî nehatin bi dest xistin.

Tê ragihandin ku Marzieh Janîpoûr dahata dersên taybet yên dide, ji bo misogerkirina pêdiviyên xwendinê yên zarokên hejar ên parêzgeha Loristanê xerc dik û ji bo piştgirîkirina xwendina xwendekarên xwedî dahata kêm xebatên çalak dimeşîne.

Li Karajê malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin

Malbat û xizmên girtiyên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin û ji bilî cezayê girtîgehê yên cuda mehkûmê cezayên tên, li Karajê li ber girtîgeha çalakiyek pêk anîn. Hat ragihandin ku xebatkarên girtîgehê duh êrîşî malbatên ku li ber Girtîgeha Qazalhasar a Karajê kom bûn, kir. Hat diyarkirin ku malbat û xizmên girtiyan hatine derp kirin û 3 jin jî birîndar bûne.

Ev duyemîn çalakiya rûniştiyê ku li Karajê li ber girtîgehê tê li dar xistin. Malbatan beriya demek jî ji bo rawestandina darvekirina çalakî li dar xistibûn.