Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 104’emîn de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, bênavber didome. Dewleta Îranê hewl dide bi kiryarên revandin, destdirêjî û êrişan serhildanan bitepisîne.

Navenda Nûçeyan – Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 104’emîn de didome. Dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildana gel ji destdirêjî, binçavkirin, girtin, zext û tundiyê bigre heta îhraçkirin û ji kar avêtina xwendekar û profesoran her curê êrişan pêk tîne.

7 zarokên Belûç ên hatin binçavkirin rastî destdirêjiyê hatin

Kampanyaya çalakvanên Belûc a rêxistineke mafên mirovan e û ji bo binpêkirina mafên mirovan a li parêzgeha Sîstan û Belûcistana Îranê kampanyayê dimeşîne, ragihand ku 7 zarokên Belûç ên di 25’ê Mijarê de di xwepêşanên seranserê welat hatin girtin û li navenda binçavkirinê ya Teşkilata Îstixbarata Muhafizên Şoreşê hatin binçavkirin rastî êrişa zayendî hatin.

Kampanya her wiha nivîsand ku yek ji wan zarokên ku rastî destdirêjiya zayendî hatiye, diyar kir ku hêzên îstixbaratî yên IRGC bi hev re bi zimanê Erebî axivîne û ne ji Îranê ne û ragihand ku dê di rojên pêş de hin zêdetir hûrgiliyan eşkere bike.

Hunermenda Qaimşehrê Farahnaz Nazerî rastî tawanên giran tê

Farahnaz Nazerî ya wênesazêk ji Qaimşehrê ye ku di çarçoveya serhildana gel de ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû revandin, bi tawanên wek “bi armanca xirakirina ewlehiya welat xapandin mirovan û teşwîqkirina şer û kuştinê”, “teşwîqkirina mirovan ya ji bo gendelî û fuhûşê” û “li dijî Rejîma Komara Îslamî propaganda” re rû bi rû ye. Li gorî heman nûçeyê, Farahnaz Nazerî di 6’ê Mijdarê ji aliyê Hêzên îstihbarata Muhafizên Şoreşê ve hat revandin û piştî lêpirsîna 15 rojan dom kir sewqî girtîgeha Qaimşehrê hat kirin.

Hatê diyar kirin danişîna Ferhanaz Farahnaz Nazerî roja 1’ê Çile were dîtin û destûr hatiye dayîn ku parêzer jî hebin, lê hewildanên malbata wê ya bi kefalet were berdan nehatiye qebûlkirin.

Êrişên li dijî xwendekar û mamosteyan

Dewleta Komara Îslamî ji destpêka serhildana şoreşgerî ve bi îhraçkirin û dûrxistina profesor û xwendekaran hewl dide serhildana şoreşgerî û xwepêşandanên xwendekaran bitepisinê. Xwendekar û profesorên zanîngehan ku di serhildana gel de bi çalak cihên xwe digrin, ji rojên destpêkê yên serhildanê heta niha serhildana şoreşgerî didomînin. Ji destpêka xwepêşandanên xwendekaran heta niha, rayedarên hikûmeta Îranê bênavber hewldide zanîngehan tepesinê û bêdeng bike. Êrîşên hêzên ewlehiyê yên li ser zanîngehên Zanîngeha Şerîf ya Teknolojiyê, Zanîngeha Beheştî, Zanîngeha Tahran, Zanîngeha Kurdistanê û hwd, zexta bi tund ya li xwendekaran mînakên van kiryaran bûn.

Beriya çend rojan hejmareke zêde ya xwendekar hatin dûrxistin an jî îhraç kirin û hejmarek profesor azadîxwaz û wekhevxwaz jî ji kar hatin avêtin. Herî dawî jî ji Beşa Pêşketin û Siyaseta Civakî ya Zanîngeha Tahranê Reza Omîdî Esta ji zanîngehê hat avêtin. Di nava çend rojên derbasbûyî de li seranserê İranê ji bilî hejmareke zêde profesorên zanîngehên, ji zanîngehên Kurdistanê çend profesor bi sedema piştgirî kirina xwendekar û û serhildana şoreşgerî ya gelê Îranê, ji xebatên xwe hatin avêtin.