Serhildana gel bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mezin dibe

Weke berdewamiya şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû jinên cîhanê re bû mînaka herî şênber, vayê îro li Rojhilatê Kurdistanê jî bi pêşengiya jinan li hemberî rejîma mola ya hezarsalî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’, serhildana gel mezin dibe.

MIZGÎN MARÎNOS

Mexmûr – Ji pêvajoya xuliqîna jiyana mirovahiyê ve heya roja me ya îro gelek serdemên dijwar di şexsê jinan de li ser jiyana civakan derbas bûne. Jin- dayika ku mîna rêsana teşiyê jiyana civakê dirêsand qonaxa mirovahiyê gihand asteke ku niha mirovahî dikare hebûna xwe li ser berdewam bike. 

Tiştên ku civakan bi hêz dikin û li ser lingan dihêlin nirxên wan ên pîroz in her wiha di avabûn û berdewamiya civakan de ev nirxên pîroz dibin rengê civakê ku nahêlin civak ji hev belav bibe. Bêguman a ku di civakê de bihayê manewî yê van nirxan bilind dike berdewamiya wê tîne û nîşanî zarokên xwe dide jî jin e. Jinan di civakê de ev nirx jiyanî kirine ku bê wê nabe û weke normeke jiyanê ye, hewl dane her ferdê/a civakê bi vê çandê ve were girêdan û pê re bibe yek ku nahêle civak di aliyê exlaq û wijdan de ber bi hilweşînê ve biçe.

Êrîşên sîstematîk di çarçoveya polîtîkayên şer ên taybet de pêk tên

Mamosteyên yekem ên zarokan dayik in ew ziman, çand û dîroka xwe diparêzin û ji bo nifşên pêşerojê dihêlin. Her wiha jin di rehma xwe de jiyanê ava dikin, diparêzin, bi mehan di bedena xwe xwedî dikin tînin cîhanê û dûre fêrî zanîn, zanist, meş, axaftin û jiyanê dikin. Lê her çiqas ev çand xurt be û rastiyek wisa ku bi çavan tê dîtin heye jî bi salên dûr û dirêj bandorên sîstema netewdewletê ya mêr û destdirêjiya ji derve nehiştiye ku ev bedewiya jinan derkeve pêş û her dem di bin siya desthilatdariya mêr de maye. Jin weke kevaniya malê, alava zarokanînê, di nava malê de weke kedkara mecbûrî tê dîtin. Êrîşên sîstematîk di çarçoveya polîtîkayên şer ên taybet de pêk tên, zirareke mezin digihîjînin jinan û civakê. Ji zarokatiyê ve her dem zilam fêr dibe ku hêrsa xwe ya desthilatdariyê li ser jinan nîşan bide. Çiqas jin ji jiyana civakî, felsefe, zanist, siyaset, aborî, rêvebirin û biryardayînê hatibin dûrxistin, ewqas jî zîhniyeta desthilatdariya zilam di her astê de li ser civakê belav bûye.

Modernîteya kapîtalîst li ser jin civak û xwezayê êrîşên bêexlaq didomîne

Ev pergala ku bi hişmendiya mêrê serdest hatiye avakirin ku weke modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin, 5 hezar sal in di bin navê qaşo pêşketinê de bi gelek rêbazên cuda li ser jin, civak û xwezayê êrîşên bêeman pêk tîne. Bi avakirina bajarên mezin û pêşvebirina teknîk û teknolojiyê keda ku bi xwêdana eniya karkeran dihat bidestxistin winda kir. Sîstema xwezayê têk bir, mirov ji ax û çandiniyê dûr xist, tevna civakê xirab kir û di bin navê azadiya civakê de wijdan û exlaqê civakê serûbin kir, vê pergala talanker bi xwe re mirovên ezezî, ji nirxên civakê qut û bê armanc afirand. Li ser keda mirovan ji bo hê zêde qazancê bi dest bixin ji koletiya jinan a kûr bigire heya kedkar û karkeran her tişt û her rêbaz bi kar anîn. Li rex vê sîstema hov hêza çanda dayiktiyê di şexsê jinan de hat binpêkirin lê belê weke çanda bîrdozî hebûna xwe bi awayeke kêm jî be berdewam kiriye û bi hinek taybetmendiyên bingehîn heya niha jî xwe parastiye.

Şoreşa civakî bi pêşengiya jinan gengaz e

Her wiha li ruxmê, çewisandin û berovajîkirina dîroka modernîteya kapîtalîst, di nava civaka Kurdistanê de bi taybetî di kesayeta jinên Kurd de taybetmendî û şopên dema neolîtîkê bi awayekî berbiçav tên dîtin. Ji ber ku jinên Kurd xwedî taybetmendiyên berxwedêr têkoşer û çanda  welatparêziyê ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jiyana mirovahiyê ji vê kaosê rizgar bike weke alternatîf paradîgmaya modernîteya demokratîk ku di nava xwe de rêveberiya demokratîk li ser bingeha azadîxwaziya jinan û parastina ekolojîk digre, pêşkêşî civakê kir. Bi belavbûna vê paradîgmaya ku li ser bingeha jiyana civaka xwezeyî, ango civakbûna jinan, şoreşên civakî pêk hatin. Ji bo vê jî şoreşeke nû ya civakî ku bi pêşengiya jinan dikare misoger bibe pêwîst e. Ji ber ku şoreşeke ku jin jê re pêşengiyê nekin, nikare bi ser bikeve û li ser bingeha rastiya normên civaka xwe ya resen hebûna xwe berdewam bike. Di heman demê de civakek ku destpêkê jin tê de azad nebin, li ser wê civakê êrîşên derve nebin jî ew civak nikare jiyana bi tendirust berdewam bike.

Bi dirûşma Jin, jiyan, azadî” serhildana gel mezin dibe

Piştî hatina ser hikum a rejîmê, di her warê de azadiya jinan a fikrî û ramanî ket bin siya vê sîwana reş. Weke berdewamiya şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû jinên cîhanê re bû mînaka herî şênber, vayê îro li Rojhilatê Kurdistanê jî bi pêşengiya jinan li hemberî rejîma mola ya hezarsalî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’, serhildana gel mezin dibe. Vê serhildanê hema carekê ji nişka ve xwe neda der. Jinên li Rojavayê Kurdistanê îsbat kirin ku jin dikarin li hemberî hemû cureyên tundî û zordestiyê têbikoşin û hebûna xwe biparêzin. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah ocalan ji vê serhildanê re jî bû çira ku niha li hemberî hemû êrîşên hovane yên leşkerên rejîma Îranê çalakvan kolanên Rojhilat û Îranê naterikînin.

Wê demê ji bo gihandina jiyana bi rûmet pêwîst e em beriya her tiştî zihniyeta desthilatdar a zilam û mêtinger bi rastiya civaka xwe ya Rojhilata Navîn ve girêdayî di hemû waran de rast bixwînin û bi wêrekî guftûgo bikin. Rastiyên ku hatine berovajîkirin û di bîra civakê de hatine rûniştandin û pejirandin, divê derkevine holê û civak ji vê xefletê şiyar bibe . Ji bo em vê yekê pêk bînin jî pêwîstiya me jinan di her alî de bi yekbûn û têkoşîneke mezin heye.