Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê: Em kiryar û heqaretên nijadperestane şermezar dikin
Piştî xwepêşandan û aloziyên li Kobanê, li girtîgeha bajêr şewat derket û 9 kes mirin. Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û xwest ku berpirsyarên binpêkirin vê trajediyê bên darizandin.
Navenda Nûçeyan – Duh li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî ku li dijî qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, alozî derket. Ji ber ku hêzên ewlekariya giştî ya girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ya demkî hewil dan ciwanên ku di xwepêşandanan de hatine girtin veguhêzin girtîgeha Helebê, girtiyan ev yek protesto kirin. Li girtîgeha Kobanê şewat derket û di encamê de 9 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Li ser van bûyeran, Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê daxuyaniyek nivîskî da.
‘Em kiryarên kêfî û heqaretên nijadperestane şermezar dikin’
Saziya Malbatên Şehîdan ragihand ku ew bi hêrs û xemgîniyeke kûr, wan kiryarên ku şeva borî li bajarê wan qewimîne bi tundî şermezar dike û wiha domand: “Kiryarên wekî girtinên kêfî, tirsandina sivîlan û heqaretên nijadperestane yên ku rûmet û nasnameya Kurdî ya gelê me binpê dikin, em qebûl nakin."
Saziyê her wiha da xuyakirin ku şeva borî karwanekî hêzên ewlehiyê ji parêzgeha Helebê gihîştibû Kobanê, li kolanên bajêr geriyabû û bi awayekî kêfî sivîl girtibûn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu hinceteke ewlehiyê nikare van binpêkirin û heqaretan rewa bike.
Çalakiya girtiyan û trajediya şewatê
Daxuyaniyê bal kişand ser bûyera ku li girtîgehê rû da û wiha pê de çû: “Piştre, komek girtiyan li hundirê navendê çalakiyeke protestoyî li dar xistin û di odeyên razanê de agir pê xistin. Ew li dijî hewldana hêzên ewlehiyê yên bi serokatiya Kolonel Mecdeddîn El-Şêx derketin ku dixwestin wan bi zorê ji girtîgeha bajêr veguhezînin cihekî li derveyî bajêr. Di encama vê bûyerê de 9 girtî mirin û hejmareke mezin a girtiyên din jî ji ber dûmanê bandor bûn.”
Daxwaza lêkolîna serbixwe û dadperwer
Saziya Malbatên Şehîdan serokatiya hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiya girtiyan berpirsiyar dît û da xuyakirin ku jiyana zarokên wan ne mijareke biçûk e. Saziyê di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz anîn ziman: “Lêkolîneke serbixwe û şefaf derbarê mirin û binpêkirinan de bê kirin. Encamên lêkolînê ji raya giştî re bên eşkerekirin. Hemû aliyên berpirsiyar bêyî ku li pileyên wan bê nêrîn bên darizandin û garantiyên ku ev kiryar dubare nebin bên dabînkirin.”