Sara Reza: Bang ji bo Rojhilata Navîn destpêkek dîrokî û girîng e

Çalakvana siyasî Sara Reza bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pêvajoya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn destpêkek dîrokî û girîng e. Aştiya pêk bê dê bandorê li tevahî cîhanê bike.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi banga dîrokî starta pêngava ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da. Ev banga dîrokî ya li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê erênî hat nirxandin dê rê li ber aştiya herêmî û kûrewî jî veke. Çalakvana siyasî Sara Reza ya ji Başûrê Kurdistanê ku der barê mijarê de axivî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya dîrokî rê li pêvajoyek girîng vekiriye û ev bang dê bandorê li tevahiya herêmê û Rojhilata Navîn jî bike.

Sara Reza diyar kir ku pirsgirêka aştiyê li Rojhilata Navîn di çapemeniyê de deng vedaye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser çend xalan nexşeriya aştiyê ragihand. Şandeya Îmraliyê di vê çarçoveyê de ji bo aştiyê serdana alî û siyasetmedaran kir. Aştiya li Rojhilata Navîn çêbibe, ev aştî ji bo tevahî dinyayê ye. Rêberê Gelê Kurd bi pêşniyara ji bo aştiyê dest bi pêvajoyeke dîrokî kir. Qonaxa aştiyê bi riya peyama Rêberê Gelê Kurd, ji aşbetala Başûrê Kurdistanê gelek cuda ye. Tenê bi riya berdana çekan bi encam nabe. Qonaxa vê carê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ji yên din cudatir dê bi encam bibe. Pirsgirêka aştiyê çend sal in hebû lê belê dewleta Tirk tu deman ji bo aştiya herêmê hewl neda.”

‘Dewleta Tirk li hemberî gerîlayên Kurdistanê têk çûye’

Sara Reza wiha got: “Pêvajoya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn destpêkek dîrokî û girîng e. Nerazîbûna dewleta Tirk ji bo danûstandinan, dibe sedema hilweşandina desthilatdariya Tirkiyeyê. Weke Sûriyeyê, çawa ku desthilatdariya Beşer Esed têk çû, heman encam li benda desthilatdariya dewleta Tirk e. Tevî desthilatdariya Tirk hêza NATO’yê ya çaremîn e jî li hemberî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê têk çûye. Bi saya berxwedana Rêber Apo ya 26 salan, gerîlayên Kurdistanê, girtiyên siyasî û gelê her çar parçeyên Kurdistanê li dijî desthilatdariya Tirkiyeyê û dewletê destê aştiyê dirêj kirin.”

‘Di pêkanîna aştiyê de rola jinan girîng e’

Sara Reza destnîşan kir ku di nava du pêkhateyên Sûriyeyê de ji bo aştiyê peymanek ji çend xalan pêk tê hatiye îmzekirin û wiha got: “Di navbera QSD’ê û Şamê de li ser çend xalên bingehîn ji bo Kurdan û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê peymanek hat îmzekirin. Ev bersivdayîna peyama Rêber Apo ye ku balê dikşîne ser jiyana bi hev re ya hemû neteweyan li Rojavayê Kurdistanê. Her wiha di nava pêkanîna aştiyê de roleke girîng a jinan heye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku jinan bi temamî mafên xwe girtine. Têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê di asteke siyasî de ye. Jinên her çar parçeyên Kurdistan hewldan û têkoşînê ji bo aştî û demokrasiyê didomînin.”

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ew 8 xalên ku di navbera QSD û Şamê de hatine îmzekirin, ji bo aştiya herêmê gelek girîng e. Bi vê rêkeftinê hemû pêkhate dikarin di nava Sûriyeya demokratîk de bi hev re bijîn.”