Salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser hat pîroz kirin

7'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê û 8'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser li kantona Kobanê hat pîroz kirin.

  
Kobanê- Bi wesîleya salvegera damezerandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, bi sedan ji şêniyên herêma Firatê herdû bone bi şahiyeke girseyî pîroz kirin. Şahî li Eywana Firat bi beşdarbûna sedan ji şêniyên kantona Kobanê, Eyn Îsa, şandeyek ji Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa sivîl ya Reqa, Tebqa û Minbic, her wiha Meclîsa malbatên şehîdan, Partiyên Siyasî, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, hat li darixstin. 
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir got: "Gelek hêzan xwestin naveroka Rêveberiya Xweser vala derxin. Lê me careke din teqez kir ku em bi hêzin û em hene. Mînaka vê yekê jî serkeftina ku hêzên me li Hesekê bi dest xistin bersiva herî xûrt bû. Me weke Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  diyar kir ku em xwedî maf, hebûn û vîn in, ji ber vê em careke din ji dagirkeran re dibêjin wê serkeftin ya vîn û berxwedaniya vî gelî be."
Endama Koordînensyona Kongreya Star Macîde Hesûn jî got: "Yên ku dibêjin wê Kobanê dagir bibe û ev pergal jî têk biçe, gelek şaşin. Em roj bi roj ji tevahî hêzên komploger û hegomonîk re diyar dikin ku em dikarin li berxwe bidin û tevahî êrîşan jî vala derxin. Li ser vê bingehê, wê ev ax ya gelê wê be. Çawa ku me Kobanê rizgar kir, emê vê govenda azadiyê li her çar perçeyên Kurdistanê jî bigerînin. Em weke jin bi taybet, em çawa pêşengiya tunekirina DAIŞ`ê kir, emê pêşengiya azadî û serketinê jî bikin."
"Emê bajarên xwe yên dagirkirî rizgar bikin"
Jina ciwan Tolîn Mihemed hestên xwe anîn ziman û got: "Serkeftina ku me beriya 7 salan li Kobanê jiyan kir, me duh di heman dîrok û demjimêrê de li Hesekê jiyan kir. Bi wê serkeftinê re hestên me zindîtir bûn. Ji lewa emê bi rihê serkeftina li dijî DAIŞ`ê bajarên xwe yên dagirkirî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jî rizgar bikin."
"Em bi xwîna şehîdan gihîştin vê rojê"
 Kelîme Demir ku cihê xwe di nava berxwedaniya Kobanê de girtibû, wiha got: "Beriya her tiştî em vê şahiyê li tevanî nemiran pîroz dikim ji ber ku me bi keda wan Kobanê rizgar kir. Bi taybet jî gelek şervan hebûn ku hesreta wan dîtina vê rojê bû, ji ber vê ez him xemgîn û him jî kêfxweşim. Xweziya ew jî niha di nava me de bana, lê mixabin ev serkeftin bi saya wan pêk hat."  
Piştî axaftinan koma Botan a Çand û Hûnera Baqî Xido, koma Durt El-Firat ya Reqa yê û hûnermed Hisên Xanî stran gotin. Şahî bi gerandina govendê û berzkirina siloganên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Serok jiyan nabe" û "azadî" bi dawî bû.