Salvegera Komkujiya Helebce 16’ê Adarê bû behndana fermî

Serokkomarê Iraqê yasaya behndanên fermî îmzekir, di nava yasayê de 16’ê Adarê roja kîmyabarana Helebceyê jî hebû.

Navenda Nûçeyan – Serokkomarê Iraqê yasaya behndanên fermî îmzekir, di nava yasayê de 16’ê Adarê roja kîmyabarana Helebceyê jî hebû. Piştî parlamentoya Iraqê yasaya bêhndanên fermî ji serokkomarê Iraqê re şand, serokkomar îmzekir û îro jî hate pejirandin.

Li gorî yasayê roja 16’ê Adarê ku roja salvegera kîmyabarana Helebceyê ye, li seranserê Iraqê weke bêhndana fermî hate îlankirin.