Salvegera avabûna Rêveberiya Xweser a Minbicê bi şahiyekê hat pîroz kirin

Li Minbicê bi boneya 5’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Minbicê şahiyek girseyî hat lidarxistin.

Minbic - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhaltê Sûriyê û gundewarên wê bi boneya pêncemîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Bi dirûşma "Bi vîna xwe me rêveberiya xwe dît" şahiyek li darxistin. Rêveberiya Minbicê û gundewarê wê li ser xebatên di pênc salan de pêk anîne agahî dan. Her wiha di pîrozbahiyê de bi zimanê Erebî, Kurdî, Tirkmanî û Çerkesî axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişandin ser girngiya vê rojê ji bo pêkhateyên Mibicê û  dan diyarkirin ku bi fedekariya şehîdan ew gihiştine vê rojê û pîrozkririna salvegera damezrandina rêveberiyê li her kesê pîroz kirin.

 "Em rastî gelek zehmetiyan hatin"

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Minbicê Nezîfa Xelo bibîrxist ku ev roj ji bo gelê Minbicê rojeke dîrokî ye ew vê sazûmanê ji bo vejandina civakê di warê çandî, civakî, olî û jîngehê de avahiyek bingehîn dibînin û wiha lê zêd kir: "Ji bilî bidestxistina dedmendiya civakî û wekheviya zayendî, di nava pênc salan de  gelek kêşe û zehmetiyên hatin pêşiya rêvberiyê hatin çareserkirin.”

"Me bi îradeyeke xurt berdewan kir"   

Nezîfa Xelo tekez kir ku  Rêveberiya Sivîl rastî gelek astngiyan hatin lê bi hêz û îradiya xwe derbas kirin û wan di karî van hemû zehmetiyan derbas bikin tevî gef û Êrîşên derdora wan û wiha pêde çû :" Me bi îradeyeke xurt berdewan kir  û bi avakirina Rêveberiya Sivîl re gelek komîteyên ku di hemû waran de xizmeta gelên civakê dikin hatin avakirin. û me dikarî hemû zehmtiyên ku hene derbas bikin bi hevgirtina pêkhatiyan , û roj bi roj me dît ku guhertin û pêşketin di karê rêveberiyê de çêbû îro hejmara karmendên di rêveberiyê û komîteyên wê de gihiştiye bi hezaran xelkê Minbicê Ji ber vê yekê me dibistan restore kirin  ûvekirina Nexweşxaneya Firatê û vekirina kolan, park û perwerdeyan."

Nezîfa Xelo bal kişand ser rola jinê di hemû sazî û komîteyan de û wiha got: "Civaka Eşîrî karê jinan qebûl ne dikirin lê rêveberiyê rê li ber hemû jinan vekir. Jinan jî ji vê yekê hêz girtin û bi nêrîna azadiya jinê zehmetiyên pêre ru bi ru dima derbaskir û cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girt. Tevlîbûna jinan tenê di nava xebatên heyî de nema êdî saziyên xwe yên xweser jî vekirin û dibiniya wan de xebatên jinan pêşdixin. Rêveberî hemû pêkhateyan digire nava xwe û nûneriya hemyan dike.”

"Rûmeta avakirina rêveberiya Minbic û gundewarê wê ya şehîdan e"  

Cîhan Xedro jî destnîşan kir ku rûmeta avakirina rêveberiya Minbic û gundewarê wê yê şehîdan e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelên ku tevî şert û mercên dijwar ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibin, li ber xwe dan û bi nêrînek hev beş saziyên xwe avakirin. Jinan di nava van xebatan de cihê xwe girtin û pêşengî kirin. Rola ku jinê lîstiye bûye bingeha pêşxistina rêveberiya xweser a Minbicê û gundewarê wê.”

“Rêveberî li ser çareseriya pirsgirêkên gelan dixebite"

Îksar Ehmed jî diyar kir ku rêveberiya xweser navenda hemû gelê Minbicê ye û wiha got: "Ev rêveberî rizgarî û çareseriya gelane ji neheqî û êşan diparêze û gihiştina civakeke azada ku xwe bi rêve dibe ye. Heta niha bi yek kirina pêkhateyan gelek serkeftin bi dest xistiye."