Salek li ser koçberiya duyemîn derbas bû: Jin vegera bi ewle dixwazin
Salek li ser koçberiya duyemÎn a xelkê Efrîn-ŞehbayÊ derbas bû. Jinan di yekemîn salvegera koçberiya dûyemîn de daxwaza vegera bi ewle ya li ser ax, war û bajarê xwe dikin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di sala 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişên dagirkeriyê birin ser bajarê Efrînê. Li hemberî êrişên ku bi her cûre teknîk û çekên kîmyewî dewam kir, gelê Efrînê tevî şervanên xwe 58 rojan li berxwe da. Di vê berxwedanê de bi dehan kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Piştî 58 rojan ku dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir kir, bi hezaran şênî neçarman koçberî Şehbayê bibin. Digel ku gel di nav 7 salan de li dijî hemû zor û zehemtiyên koçberiyê, êrişên dewleta Tirk û rêgiriya rejîma Baasê ya hilweşiyayî berxwedanekî mezin nîşan dan; di sala 2024’an de carek din ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî neçar man koçber bibin. Şeva 27ê Mijdarê HTŞ ket axa Sûriyeyê û di 8’ê Kanûnê de rejîma Baasê hilweşiya. Di nav van guhertinên ku çêbûn di 2’yê Kanûnê de çîroka koçberkirina xelkê Efrîn ji Şehbayê careke din dest pê kir. Di salvegera yekemîn a duyemîn koçberiya xelkê Efrîn û Şehbayê de, jin daxwaza vegera bi ewle ya li ser axa xwe dikin. Jin dibêjin ku ew Efrînekê azad a bê dagirkerî dixwazin.
‘Me ji Şehbayê Efrînek biçûk çêkir’

Hevîn Alûş, yek ji koçberên ji Şahbayê ye, piştrast kir ku di wê roja tarî de, pêla duyemîn a koçberiyê ji bo gelê Efrînê dest pê kiriye û got: "Êşa vê rojê nayê pênasekirin lê ew planeke ji bo tunekirina nasnameya Kurdî bû. Salek di ser koçberbûna me ya ji Şehbayê re derbas bû, ev ji bo me pir zehmet bû ji ber ku me Şehba kiribû Efrînek biçûk. Hêviya me ew bû ku em vegerin ne careke din koçber bibin.”
‘Ka rizgarî û em hê jî koçber in’
Hevîn Alûş da zanîn ku rêreberiya demkî îdia dike ku Sûriyeyê rizgar kiriye û wiha berdewam kir: “Par rejîma Esed hilweşiya û niha rêveberiya demkî li ser desthilatdariyê ye lê me tu guhertin nedîtiye. Kesên koçber hê jî li cihê xwe ne û venegeriyane malên xwe. Rizgarî li ku ye? Em hê jî koçber in.”
‘Me îradeya xwe afirand kes nikare hêviya vegerê bişkîne ‘
Hevîn gotinên xwe wiha domand: “Rêveberiya demkî salek e li ser desthilatdariyê ye û ji bo berjewendiyên gelên Sûriyeyê tiştek nekiriye; ew ji bo berjewendiya dewleta Tirkiyeyê dixebite. Kesên ku destên wan bi xwîna Sûriyeyê de heye, gihîştine meqamên desthilatdariyê. Em dibînin ku Ehmed El-Şera nikare vê barê hilgire û pêwistiya wî bi rêvebirinê heye. Em xelkên Efrînê, bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku destûrê bidin em vegerin Efrînê û hemû kesên ku ji cih û warên xwe derketine vegerin malên xwe. Bes e ji êşa koçberiyê re. Dixwazin hêviya me ya vegerê bişkînin lê ev ne mumkin e ji ber ku me îradeya xwe afirandiye û em xwediyên rewa yên axê ne. Maf qet winda nabe heya ku kesên daxwaz dikin hebin dê maf û têkoşîna ji wan bimînin.”
‘Baweriya me tenê bi hêza me heye’

Nazli Ozo li ser girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê got: "Çi dibe bila bibe û çi zehmetî hebin bila bibin, vegera me mafê me ye. Em vegera bi ewle dixwazin. Em nikarin vegerin heya ku dagirkeriya Tirkiyeyê hebe li ser xaka me. Ji ber ku me neçar kir em bi darê zorê derkevin. Êrîş û binpêkirinên li Sûriyeyê didomin, di vê rewşê de em çawa dikarin baweriya xwe bi rêveberiya demkî bînin? Ji ber vê yekê, em daxwaza vegera bi ewle di bin parastina hêzên xwe yên leşkerî de dikin."
‘Koçberî şêwazê herî mezin ê tundiyê ye’

Radîna Mihemed Şahîn behsa rewşa zarokên koçber û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin kir û got, "Em vegera bi ewle dixwazin. Koçberî şêweyê herî mezin ê tundiyê ye û bandorê li tevahiya civakê dike, derî li ber tundî û zehmetiyên din vedike. Ji ber vê yekê, em bang li rêxistinên mirovî dikin ku mudaxele bikin da ku em vegerin. Em ji wan tiştekî naxwazin. Ev axa me ye û mafê me heye em li ser vê axê bijîn.”