Rûksen Mihemed: YPJ’ê weke du Tabûr hatiye qebûlkirin, lê di pratîkê de gav nehatine avêtin

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed statû, nasnameya fermî û pêşeroja YPJ’ê nirxand, diyar kir ku derengxistina naskirina fermî ya YPJ’ê paşguhkirina mafên jinan e û bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku statû û mafên jinan misoger bike.

Avrîn Navdar

Hesekê – Piştî guhertinên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê, pêşeroja Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûye yek ji mijarên sereke yên nîqaşê. Tevî danûstandinên bi Wezareta Karên Navxweyî re û nîqaşên li ser tevlîkirina şervanên jin a di şêweya yekîneyên erkên taybet de, hêj gelek pirs der barê statûya fermî, erk, berpirsiyarîya van yekîneyan de hene. Di vê çarçoveyê de, naskirina fermî ya YPJ’ê, parastina mafên jinan a bi garantiyên makezagonî û cihgirtina wan di asta fermandariya leşkerî û ewlehiyê de girîngiyeke taybet digire.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rûksen Mihemed, der barê pêşketinên danûstandinan, gavên hatine avêtin û pêşeroja rola jinan a di pergala nû ya leşkerî û ewlehiyê ya Sûriyê de bersiv da pirsên edîtora ajansa me Avrîn Navdar.

Piştî ku tevlîbûna YPJ’ê ya di nava Artêşa Sûriyê de nehat qebûlkirin, di danûstandinên ku bi Wezareta Navxweyî re hatin kirin de, li ser avakirina YPJ’ê wekî yekîneyên erk taybet li hevkirin pêk hat di formîlekiririna vê yekê de çi pêşketin hene?

Mijara YPJ’ê ango ya jinan bi giştî mijarekî pir girîng e. YPJ’ê hêzêkî ku bi salane bi têkoşîna xwe tê naskirin e û gelek destkeftî bidestxistiye. YPJ’ê ku weke hêza jin di her warî de pêşengtî kiriye, xwedî girîngiyek mezin e. Bêguman divê YPJ’ê di nava arteşa Sûriyeyê de hatiba qebûlkirin. Lê rûxmê ku YPJ’ê xwedî hêzêke parastinê ya mezin e jî di nava arteşa Sûriyeyê de nehat qebûlkirin. Çend meh in li ser vê esasê danûsandinên me bi Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê re çêdibe. Herî dawî wekî du taburên ku her yek ji wan nêzî 400 şervan cihdigrin, hate erê kirin. Taburekî girêdayî parêzgehê Helebê ye û li Kobanê û Efrînê cih bibe. Tabura din jî li Cizirê girêdayî parêzgeha Hesekê be. Ev yek wekî kutle di erkên taybet de cihê xwe bigre. Ev yek hatiye erê kirin.

Me hezar û 484 sicîlên şervanên xwe ji Wezareta Navxweyî re şand. Dibe ku wek du tabur hatibûn qebûlkirin, lê hêj di pratîkê de gav neavêtin û ev yek jî derengmayînek e. Her du tabur jî wek kutle derbasî nava erkên taybet bibe. Divê taybetmendiya vê hêzê ji ber çavan were derbas kirin. ji ber ku ev hêz xwedî taybetî û tecrûbeyek mezin e. Divê cihê ku beşdar bibe, rol û mîsyonek mezin bide. Her şervanekî YPJ’ê him di aliyê rêxistinî him jî fikr de amede ye. Lewma taybetmendiya vê hêzê heye.

‘YPJ’ê temsîla hêza jin e’

Qebûlkirina YPJ’ê di şêweya du yekîneyên cuda de, li şûna yek tîrêjê (lîwayekê), dikare çawa were nirxandin, ev yek wê di rola YPJ’ê de guhartinekî bide avakrin?

Helbet YPJ’ê niha di nava erkên taybet de ne wekî tugay, wekî du tabur hate qebûl kirin. Tevî ku YPJ’ê hêza xwe îspat kiriye jî em dikarin bibêjin ku li hemberê jin û hêza parastinê ya jinê nêrîneke biçûkxistin û kêmkirinê ji aliya hikûmeta demkî ya Sûriyê ve heye. Hêzên YPJ’ê yên di nava taburê de cih nagrin jî di nava asayişê de cih bigrin. Nîqaşa vê yekê di pêvajoya pêşiya me de bê kirin. Em gelek caran tînin ziman ku YPJ’ê ne hejmar e, fikir û mîrasa têkoşînê ye. YPJ’ê temsîla hêza jin e. Em hêzêke xwedî fikir, tecrûbe û ezmûn in. Ji bo hejmara ne zêde girîng e, ya girîng temsîliyeta jin û parastina jin û civakê ye. Divê gelê û raya giştî bizane çawa ku YPJ’ê ji roja hat damezrandin heta roja me ya îro ev berpirsyartiya xwe ya exlaqî, fikrî û rihî girt ser milê xwe, ji vê şundê jî vê yekê pêkbîne.

‘Divê hikûmet di mijara YPJ’ê de yekser bi fermandariyê re danûnsandin bike’

Gelo hûn derengmayîna vê pêvajoyê ya li aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve çawa dinirxînin?

Herî dawî me sicîlên hezar û 484 sicîlên şervanên xwe ji Wezareta Navxweyî re şand, lê tevî ku du hefte derbasbûn jî hêj bersivek nehat. Raste, YPJ’ê wek du tabur hatin diyar kirin, lê ev nay wateya ku doza YPJ’ê bi dawî bûye û an jî çareser bûye. Hêj gelek tiştên ku werin niqaş kirin hene û hêj gavên werin avêtin hene. Ji ber ku danûsandinên tên kirin bi rêya navbeykaran tê kirin, dereng mayîn çêdibe. Di navberê de em dişopînin ku hikûmeta demkî ya Sûrî çiqas mijara jinê û mafê jinê esas nagire.

Hişmendiya heyî hebûn, hêz, têkoşîn û rêxistinbûna jinê qebûl nake. Ger navbeykarî hebe wê gav gelek dereng bên avêtin. Ji bo mijara jin û YPJ’ê mijara esasî ye. Lewma divê yekser bi fermandariya YPJ’ê were nîqaş kirin, lê ev yek pêknay. Derengxistin û paşguhkirina vê dozê, tê wateya paşguhkirina mafên jinan û bêrêziya li hemberê jinê. Dosya YPJ’ê temsîliyeta hebûna jinan e. Ger jin bi xwe der barê mafên xwe, pêşeroja xwe de nekeve nava danûsandinan, avakirina pergaleke civakî nepêkan e. Ji ber ku jin temsîliyeta civakê ye. Lewma divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di mijara YPJ’ê de yekser bi fermandariyê re danûnsandin bike. 

‘Mafê jinê mafeke jêneveger e’

Ji bo ku statûya YPJ’ê di Sûriyê de bi awayekî eşkere were naskirin û bi garantiyên destûrî were parastin, we xebat, projeyên taybet an xebatên cuda dane destpêkirin? 

Em nêzî 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dibin. Helbet em dibînin pergalên heyî bi awayekî rêkûpek li dijî jinê tundî bikartîne û destdirêj mafên jinê dike. Di vê sed salanê de bersîva jinê di asta herî jor de ye. Jin dibêjin, ‘em hebûnek in û kes dikare der barê mijara me de biryaran digre. Em ê bi xwe mafên xwe û gelên xwe biparêz in.’ YPJ’ê jî vê yekê îspat kir. Maf, hebûn û azadiya jinê ji bo esas e. Her şervanekî me, di aliyê kesayet, hişmendî û xwedî derketina xwebûna xwe de xwe kûr dike û dizane çawa mafên xwe û gelê xwe biparêz e. Di gelek aliyan de jin îspat kir ku hebûna wê ya li her qadê wê bibe domdariya aştî, ewlehî û edaletê be. Mafê jinê mafeke jêneveger e. Lewma wê têkoşîna me hertim bidome.

Divê di yasayên makezagonê de mafên jinan di her aliyê de cih bigre. Mînak li Rojavaye Kurdistanê hevpeymana civakî ya jin hebû û gelek madeyên wê hene ku mirov di makezagona sûriyeya nû de sûd jê bigre. Me vê yekê di nava qadên parastinê de diyar bikin ku him di makezagona Sûriyeyê de him di aliyê siyasî, qanûnî, parastin û ewlehiyê de divê jin hebe. Divê ev tişt di pratîkê de nemînin, bên pêkanîn. Bêguman emê têkoşîna vê yekê bimeşînin.

‘Divê hikûmet vîn û doza jinê nas bike’

Di demên dawî de, di warê asayîş û qadên din ên ewlekariyê de, bi taybetî li Kobanê, gavên ji bo tayînkirina jinan di asta fermandariyê de hatine avêtin, hûn van gavan çawa dinirxînin? Her wiha ger jin di warê leşkerî û parastinê de bi awayekî wekhev û bi bandor cih negirin, dê ev yek di pergala ku tê avakirin de çi kêmasî û pirsgirêkan derxe holê?

Helbet tayînkirinên dawî yên li Kobanê çêbûne erênî ye, lê ne têrkêr e, gavên pir biçûkin. Em dibînin ku li parlemantoya Sûrî kotaya jin gelek kêm e. Li wezaretê hebûna jin nîne û di cihên biryarê de jî hebûna jin nîne. Ev yek xeteriyek bi xwe re tîne. Ev yek gef li civakê jî dixwe. Ji ber ya ku civak, çand û hevgirtina civakê diparêz e jin e. Lê di arteşa Sûrî de hebûna jin nîne, tenê mêr li pêş in. Ger di qada ewlehiyê de jî tenê mêr hebe û biryar tenê ji aliyê mêran ve bê dayîn, wê xeteriyên mezin bi xwe re bîne. Ji ber ku hebûna jinê bi xwe re tûne bike. Divê jin li qadê cih bigre. Tenê bi cihekî re sînordar nabe. Gavên tên avêtin tê wateya tûnekirin û vederkirina jinê ye.

Lewma divê hikûmet vîn û doza jinan nas bike. Ger bixwazin ji bo Sûriyeyê pergaleke nû ava bikin, divê bi taybetî di ewlehî û parastinê de jin xwedî biryardayînê be. Ji ber li Rojavayê Kurdistanê hebûna YPJ’ê hişt ku herêm bê parastin û pergal bê avakirin. Gelek destkeftiyên ku îro jinên cihanê jê mînak digre, hatin bidestxistin. Ger tevî ewqas têkoşîn û destkeftiyan, nêzîkatiya li dijî YPJ’ê ew be, tê wateya ku hişmendiya rejîma Baas hêj didome. Li dijî doza jin heman hişmendî dubare dibe. Ev hişmedî xeteriyek mezin e û li dijî hebûn û pirrengiya civakî ye. Gelek yasayên navnetewî hene ku hikûmet îmzekiriye ku mafên jinan mîsoger bike. Lewma ev ji bo wekî kêmbûyinek e. Divê bê zanîn ku ev yek li dijî doza jinan êrîşek e. Lewma pêwîste hikûmet carek din mijara jinê berçavan derbas bike û rastiya jinê bibîne. Mijara jinê, mijarekî ku mirov nikare di vê sedsalê de paşguh bike ye. Avakirina Sûriyeyek demokratik, encax bi naskirina hebûna jinê ya rast pêkan e. Misogerkirina mafên jinan, bibe sedem ku doza jin misoger bibe.