Rûken Nexede: Jin Jiyan Azadî’ felsefeya avakirina civakek azad û wekhev e
Endama Lijneya Koordînasyona KJAR’ê Rûken Nexede, da zanîn ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeyek pratîkî ku avahiyên zextker ên malbatan û civakê dihejîne ye.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştî qetilkirina Jîna Emînî ji Îranê belavî hemû dinyayê bû. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku hat berzkirin ne tenê gotinên protestoyê bûn, îlankirina vîzyoneke nû ji bo Îranek dadmendtir û wekhevtir bû. Xwepêşandan tenê bi jinan re sînordar nebûn; ciwan, xwendekar, karker û kêmarên etnîkî jî tevlî serhildanê bûn. Serhildanê li cîhanê deng veda û hemû beşan piştevaniya xwe ya bi serhildanê re anîn ziman. Wêneyê Jîna Emînî bû sembola cîhanî ya azadî û rûmetê.
Endama Lijneya Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede têkildarî girîngiya vê serhildana şoreşgerî, destkeftiyên wê, bandora wê ya li ser berxwedana jin û mêran û riya li pêşiya tevgera jinên Îranê nirxandin kir.
Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’
Rûken Nexede diyar kir ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê bibîranîna rojek e; kêliyeke dîrokî ye ku berpirsyariya domandina têkoşînê dide ser milên hemûyan û wiha got: “Ev şoreş, li dijî zilm û tunekirina mirovahiyê, bersivek bi kok e; ev yek bersiveke ku ji Xezayê heta Kurdistanê, ji Belûcistanê heta Îranê qêrîna berxwedanê li dijî talan û komkujiyê, zindî dihêle ye.
Em jinan, bi berxwedan û wêrekiya ku em ji dayîkên xwe fêr bûne, nîşan didin ku em ê nehêlin serweriya xwe bidomînin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo jiyana azad derfetek mezin e; ne dirûşmeke demkî ye, felsefeyeke hevpar e ku gel aydê xwe dimîne û bi zimanê xwe diteyisîne. Ev felsefe, li dijî bêedaletiya mirovan gazî berxwedanê dike û nifşan ber bi kesayetiyeke azad û hilbijartinên hişmend ve şêwe dike. Kokên wê xwe dispêrin tevgera azadiya Kurdistanê û têkoşîna jinên Kurd; dîrokê nîşan daye ku jin, bi hêzkirina xwe ya jiyan û azadiyê re, bingehên pergala serwer a mêran dihejînin. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, mizgînî ya pêşerojeke cuda dide; pêşerojeke ku wê bi berxwedan û keda jinan re pêkan bibe.”
‘Jin bi salan hatin tepisandin’
Rûken Nexede bal kişand ser polîtîkayên rejîma Îranê û got: “Şer û polîtîkayên serwer ên rejîma Îranê, her car li Rojhilata Navîn têk diçin. Ev rejîm ne bi hêza xwe ya rast, bi saya civakek ku hatiye tepisandin û bêdengkirin li ser piyan ma. Jin bi salan hatin tepisandin û nikarin xwe mîna tevgerek berfireh birêxistin bikin lêbelê di salên dawî de berxwedana wan bi awayekî zanebûn û birêxistinkirî veguherî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî.’ Ev felsefe ne tenê dirûşmek e; fikra jiyana azad e. Der barê cihê jinan ê di civak, malbat û cîhanê de pirsan pêşkêş dike. Jin van pirsan tînin rojevê û tovên yekîtiyê ava dikin. Jin, bûn xwedî hêza ku bingeha serwerî û zexta mêran bihejînin. Mêran jî fêm kirin ku têkoşîna bêyî jinan kêm e û bi jinan re bi wate dibe. Li kolanan û di nava malbatan de dîwarekî wisa yê hevgirtinê hat avakirin ku gule jî nikaribûn wê hilweşînin.”
‘Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî akademiyek azadiyê’
Rûken Nexede bi bîr xist ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’di nava dîwarên sar ên girtîgehan de deng vedaye, gihîştiye derve û wiha got: “Gelo destkeftiyên vê berxwedanê çi bûn? Jinên mîna Şîrîn Elemhûlî, Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfa Mihemedî, di girtîgehan de qada berxwedanê zindî hiştin. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di nava dîwarên sar ên girtîgehan de deng veda, gihîşt derve, bêdengiyê şikand û mirovan vexwend hevgirtinê. Di van girtîgehan de, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî akademiyek azadiyê; îrade û ramanên jinan, bi pergala zextker a rejîma Îranê re têkçûnek mezin da jiyandin.”
‘Guhertina rast bi berxwedana jinan û avakirina civakek azad pêkan e’
Rûken Nexede da zanîn ku şoreşê li seranserî Rojhilata Navîn bandorek berfireh afirandiye û wiha domand: “Bexwedana ku îro li Îranê jin pêşengiya wê dikin, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherand çandek zindî û jiyanî. Ev berxwedan tenê li kolanan sînordar nema; di girtîgehan de jî yekîtiyeke têkneçûyî ava kir û li seranserê Rojhilata Navîn bandoreke berfireh çêkir. Li Hindistan û Kurdistanê, jin û ciwanan ji vê dirûşmê îlham girtin û li dijî tundî û zextê sekinîn, mêran jî li kêleka wan cih girt. Li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan, civakek demokratîk ava kir û veguherî modeleke ku îlham dide herêmê. Îro jinên Îranê jî bi hembêzkirina azadî û wekheviyê di riya avakirina civakeke nû de gavên bi biryar davêjin. Ev tevger nîşan dide ku êdî zext û zordarî ne çareserî ye û guhertina rastîn bi berxwedana jinan û avakirina civakek azad pêkan e.”
‘Divê azadî li van xakan bê jiyîn’
Rûken Nexede destnîşan kir ku ev şoreş berhema êş û keda jinan a li seranserî Îranê ye û wiha got: “Veguherîn her roj şêwe digre û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji ferdek heta tevna civakê veguherînek bi pêş dixe. Ger hikûmet vê veguherînê fêm bike û li gorî vê tevgere, riya veguhertinê wê pêkan be; yan jî dê dixitimandî bimîne. Di vê qonaxa dîrokî de, jin xwedî berpirsyariya pêkanîna rola pêşengiyê û armancên şoreşê ne. Veguherîna rasteqîn, bi têkoşîna rojane ya ciwanan, dayikan û jinan re şêwe digre û divê di civakê de şênber bibe. Pêwist e azadî li van xakan bê jiyîn; her ked û berxwedan bersivek li dijî zilmê û soza Îranek azad e.
Ev veguhertinan, berhema êş û keda jin û mêran ên li seranserê Îranê ye; encama berxwedana rêxistin û kesayetên pêşeng ên ji Kurdistanê heta Belûçistanê û herêmên din ên welat hatiye afirandin e.”
‘Divê jin û mêr vê pêvajoya dîrokî fêm bikin û li dijî wî têbikoşîn’
Rûken Nexede anî ziman ku dem hatiye dîwarên berxwedanê li seranserî Îranê berfireh bibe û got: “Dem dema mezinkirina dîwarên berxwedanê ye li seranserê Îranê; pêwist e jin û ciwan bi riya kampanyayan û lihevhatinên bi armanc re naveroka rast a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan bidin û şoreşê veguherînin tecrubeyek pratîkî. Niha dem hatiye ku dîwarê berxwedanê li seranserê Îranê berfireh bibe; jin û ciwan divê wateya rastîn a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi riya kampanya û civînên armanckirî nîşan bidin û şoreşê veguherînin ezmûneke pratîkî.
Îran, pêdivî bi civakek mirovî dibîne; civakek ku li dijî zilmê li ber xwe dide, berxwedana çandî diparêze, perwerdekirî û ji bo guhertinê amide be. Lêbelê, pergala mêrsalar a aydê kokên bi hezaran salan e, hê jî gefekî mezin dixwe. Divê jin û mêr vê pêvajoya dîrokî fêm bikin û li dijî wî têbikoşîn; ji ber ku ev pergal li ser tundî û mulkiyetiyê ava bûye û di civakê de birînek kûr vekiriye.”
‘Ji nû ve avakirina kesayet û ramana azad neçariyek e’
Rûken Nexede di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Mêrên, di bin bandora feraseta serwer de, tevgerên zextker û xwedîker pêk tînin, hemû tiştan mîna aydê xwe dibînin. Bi hiş û kesayetek azad re dê ev pergala serwer hilweşe û mêr jî dikarin jiyana hevpar û wekhev bi dest bixin. Piraniya avahiyên îdarî û civakî ji aliyê mêran ve hatine damezrandin û yên bi tevahî negihîştine pergalê jî di çarçoveya wî de mane. Ji bo pêkanîna jiyana wekhev û azadiya jinan a rast, ji nû ve avakirina kesayet û ramana azad neçariyek e.
Jin îro di pozîsyonek pêşeng de ne, pergal û avahiyên xwe ava dikin û jiyanek azad û mafên xwe digerin. Ger mêr jî rêya azadiyê hilbijêrin, Îran û cîhan dê bi jiyan û bedewiyan re tijî bibe. Jin bi edalet û efûkar in lêbelê efûkirin ne qebûlkirina sûcan e. Îro di destên jinan de derfeta avakirina pêşerojeke nû ya bê tundî û bê zulm heye û dikarin şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo şehîdên vê riyê veguherînin rûmetê.”