Hê tu xeber ji Betul Alluş nîne: Rola berpirsê ewlehiya Ceble divê bûyerê de çiye?
Malbata Betul Alluş ku li bajarê Ceble yê Sûriyeyê hatî revandin, diyar kirin ku navên ku têkiliya wan bi saziyên ewlehiyê re hene di buyerê de rol girtine. Rêxistinên mafê mirovan jî banga lêpirsîna lezgîn kirin.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê peravê yê Sûriyeyê Ceble, revandina jinek ciwan a bi navê Betul Alluş, li welat deng veda, di raya giştî de bû sedemê bertekan.
Îdiayên malbata Betul Alluş, ku di bûyerên revandinê de navên ku têkiliya wan saziyên ewlehiyê re hene, nîqaş hê mezintir kir. Piştî bangên malbatê û daxuyaniyên rêxistinên mafên mirovan, hemû kesê çavê xwe da mekamên fermî, ne diyariya derbarê aqubeta Betul Alluş de didome.
Sozên dane wan nehatine bicihanîn
Malbata Betul Alluş, di 10’ê Gulanê de di daxuyaniya bi dîmen weşandî de, îfade kir ku keça wan venegeriyaye mal û soza ku daye wan a wê ‘di heman rojê de were berdan’ nehatiye bi cihanîn. Malbatê xwest aqubeta Betulê were eşkere kirin û bi awayek bi ewle vegere.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jina ciwan dibin zexta giran a psîkolojîk de tê ragirtin, daxwaz kir ku divê saziyên eleqeder bêyî ku dem winda bikin bikevin nava tevgerê.
Rola berpirsê ewlehiya Ceble ‘Selahaddîn’ di bûyer de çiye?
Li aliyê din li gorî agahiyên ku ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ve hatî weşandin, hemû bal dane ser berpirsê Ewlehiya Cebel ku wek ‘Selahaddîn’ tê nasîn ku têkilî bi bûyerê re heye. Çavkaniyên taybet ên ji saziyê re axivine, diyar kirin ku rayedarê mijara xeberê pêvajoya windakirin û desteserkirina Betul Alluş raste rast rêve biriye.
Her wiha çavkaniyan ragihandin ku, ev kes li derdora Ceble, torek berfireh a bandorê ava kirine, belavkirina erk li ser vê pergalê dane meşandin. Diyar kirin ku sûcên bi karanîna erkê xwe di aliyê xirab de, destdanîna ser mal û milkan didomîne.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, bang li saziyên mafê mirovan û aliyên eleqeder kirin ku rewşa Betul Alluş bi lezgîn ronî bikin û ewlehiya wê were pêkanîn. Saziyê da zanîn ku aliyên berpirs ên girtina jina ciwan, berpirsyartiya hiqûqî û mirovî dihilgirin.