Rûken Ehmed: Foruma Jinên Rojhilata Navîn wê bi beşdariya 7 rêxistinên jinan bê lidarxistin

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk ên Kongreya Star Rûken Ehmed têkildarî armanca lidarxistina foruma jinên Rojhilata Navîn wiha got: “Armanca me ew e em danasîneke giştî ji şoreşa jinan re bidin çêkirin. "

ROJ HOZAN

Qamişlo-Rêxistina Kongreya Star bi însiyatîfa danasîna şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê wê forumeke jinan li ser asta Rojhilata Navîn li dar bixe. Foruma jinan wê di 22 û 23’ê Tîrmeha 2022’an de bi beşdarbûna 7 rêxistinên jinan ên Komîteya Zenûbiya, Meclisa Jinên Suryan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bê lidarxistin. Her wiha wê beşdarbûna jinan di tevahî Rojhilata Navîn de ji vê formê re bê çêkirin. Forum wê li ser 5 beşan bê birêvebirin her wiha wê di hundirê wê de atolyeya xebatê jî bê lidaristin. Armanca lidarxistina foruma jinan di asta Rojhilata Navîn de ew e ku danasîneke giştî ji şoreşa jinan re bê çêkirin û tecrubeyên jinan ên şoreşê bi jinên hemû welatan re bên parvekirin. Her wiha çareseriyên pirsgirêkên jinan bi meşandina projeya Neteweya Demokratîk pêkan bibin. Têkildarî mijarê Endama Têkilî û tifaqên Demokratîk ên Kongreya Star Rûken Ehmed armanc û bernameyê Forma Jinên Rojhilata Navîn eşkere kir.

“Mebest bi forma jinan danasîna tecrubeya şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê ye”

Rûken Ehemd armanca lidarxistina Forma Jinên Rojhilata Navîn anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê em dixwazin bi însyatîfa Kongreya Star û 7 rêxistinên jinan re forumek der barê şoreşa jinan de li ser asta Rojhilata Navîn bidin çêkirin. Komîteya amadekar ji 7 rêxistinên jinan weke Komîteya Zenûbiya, Meclisa Jinên Suryan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêk tê. Mebesta me bi lidarxistina foremke bi vê awayê danasîneke giştî ya ji bo şoreşa jinan e ji ber ku niha deriyên dîblomasiyê di asta cîhanî de xurt hatine vekirin û şande ji hemû welatên cîhanê serdana me dikin û ji tecrubeya me sûd digrin. Me xwest vê carê di asta Rojhilata Navîn de be ji ber rastiya doza me ya jinan hevpar e bi jinên Rojhilata Navîn re. Em naxwazin şoreşa me bibe şoreşeke ji bo jinên herêmê tenê, ji ber em weke mîrasê hemû jinan dibînin û destkeftiyeke me hemû jinan e. Mijarên zehmetiyên ku jin dikşînin mijareke hevbeş in, em çiqas bikaribin wê bidin nasîn ev erka me hemû jinan e. Xwesteka me hebû tevlibûnên xurt di tevahî Rojhilata Navîn de bê çêkirin lê ji ber rewşa şerê li Sûriyeyê pir derfetên jinan nîn in bi rengekî zindî tevlî foruma me bibin ji bo wê dê tevlibûnên xwe li ser bernameyên onlayn çêbikin. Jinên ku derfetên wan hene ji Lubnanê û wekî din wê beşdar bibin. Jinên ku li ser onlaynê beşdar bibin jî wê beşan binirxînin û tevlî nîqaşên me gav bi gav bibin.”

Bernameyê Forma Jinên Rojhilata Navîn

Rûken Ehmed bernameya foruma Jinên Rojhilata Navîn eşkere kir û wiha pêde çû: “Forma jinan wê di 22 û 23’ê meha Tîrmehê de bê lidarxistin wê bi qasî du rojan berdewam bike. Wê forum li ser 5 beşan bê birêvebirin û her beşek wê sê kes nirxandina wê bikin. Li aliyê din jî wê atolyeya xebatê hebe û jinên hemû neteweyan wê birêve bibin. Mijarên herî zêde wê di nîqaşên me de derkevin pêş nirxandinên rewşa siyasî di asta herêmî û cîhanî de û bandorên wê yên li ser civakan in. Her wiha mijarên ku destkeftiyên deh sal şoreşa Rojavayê Kurdisatê danasîn bikin, bi taybetî di nav de jin û zehmetiyên wê dê bên nirxandin. Dewlemendiya vê forumê wê bi beşdarbûna jinên hemû neteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Di mijara parastina jinan de wê beşeke me hebe ji ber em di rewşeke ku gef û xetere li ser şoreşa jinan heye de derbas dibin, der barê wê de em çawa dikarin li hemberî xetereyên heyî têkoşîna xwe xurt bikin û ewlehiya xwe ya parastinê tacîdar bikin wê nirxandinên dewlemend li ser vê mijarê jî bên kirin. Em baş dizanin xetera DAIş’ê jî heya niha li herêmên me berdewam dike em dixwazin di vê formê de bi jinan re projeyekêbidin meşandin da em vê xeterê kêm bikin û dengeyên cîhanî bêtir derxînin di mijara darizandina van çeteyan de. Her çiqas nêrînên me yên siyasî cuda bin jî di mijara jinan de hemû xweşî û nexweşiyên me yek in. Mijareke din wê li ser tecrubeyên jinên şoreşê be her wiha sûdwergirtina jinan ji van tecrubeyan wê hemû bên nîqaşkirin. Beşa me ya 5’emîn jî wê weke perspektîfên forumê be ku em bikaribin bi riya wê re têkiliyên xwe bi jinan re di asta Rojhilata Navîn de xurt bikin û domdar bikin. Mijara me ya herî girîng jî wê projeya Neteweya Demokratîk be weke projeyeke çareseriyê ji tevahî pirsgirêkên jinan re bê nirxandin.”

“Însiyatîfên jinan wê di welatê xwe de cihê çareseriyê bin”

Rûken Ehmed serkeftin ji xebatên forumê re xwest û wiha bi dawî kir: “Em weke jinên Rojhilata Navîn bi hevgirtina Neda di Rojhilata Navîn de tên nasîn em dixwazin vîna jinan her di astên herî jor de be da em bikaribin weke jin mafên xwe bi dest bixin. Piştî foruma jinan jî wê şandeyên ku ji derve hatine li saziyên jinan gera xwe berdewam bikin ji bo projeya me li ser rûyê erdê bibînin. Însyatîfên jinan wê di welatê xwe de cihê çareseriyê bin. Em ji niha ve serkeftinê ji xebatên hemû jinan re dixwazin.”