'RSF’ê ji bo veşartina qirkirinê cenazeyan vedişêre û dişewitîne'

Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) di rojên dawî de ji kolan û taxên El-Faşêr a paytexta parêzgeha Darfûrê, bi sedan cenaze kom kiriye û hinek ji wan di gorên komî de veşartiye û hinek jî şewitandiye.

Navenda Nûçeyan – Tora Bîjîşkên Sûdanê, di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) di rojên dawî de bi sedan cenaze ji kolanên El-Faşêr a paytexta Darfûrê komkiriye, di gorên komî de veşartine û hinek jî şewitandiye.

Hate diyar kirin piştî ku RSF’ê bajêr bidestxist, bi deh hezaran sivîl ji herêmê reviyan û li dijî sivîlan bûyerên tundiyê yên cidî hatiye jiyîn.

Tora Bîjîşkên Sûdanê, van bûyeran mîna "sûcekî nû ya di sicîla Hêzên Piştgiriya Lezgîn de” bi nav kir û destnîşan kir ku tiştên tên jiyîn perçeya qirkirinek plankirî ye. Torê, di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsînek lezgîn û serbixwe bide destpêkirin.

Torê, da zanîn "Ev sûcan bi veşartin an jî şewitandinê nayên jêbirin” û bêdengiya navneteweyî mîna "hevkarî" bi nav kir.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ragihand ku qeyrana li Sûdanê veguherî bûyera herî mezin a koçberiyê ya cîhanê û nêzî 12 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûn.

Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê jî, diyar kir ku li Faşêrê bi sedan sivîl hatine qetilkirin û bi hezaran kes ên ku xebatkarên tenduristiyê û rojnamevan jî di nav de hatine girtin û hişyarî da ku rewşa li bajêr gihişt asta karesetê.