Rotînda Amed: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî koletiya jinê serî rakirinek e (1)

Endama Meclîsa PAJK’ê Rotînda Amed balkişand ku Pêngava 15’ê Tebaxê dijî koletiya jinê serî rakirinek e û wiha got: “Bêdengî ji qîrîn, tarîtî ji ronahî û bêhêvîtî ji veguheriye hêviyê.”

Navenda Nûçeyan – Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê axivî. Rotînda Amed ji dîrokê heta roja îro ji têkoşîna jinan mînakan da û bi bîr xist ku jinan li dijî hemû zehmetiyan berxwedanên mezin, serkeftinên mezin bi dest xistine û diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê li dijî koletiya jinê serhildanek e, Pêngava 15’ê Tebaxê ji duh heta îro gav bi gav nirxand û bersîva pirsên me da.

*Berî her tiştî hûn dikarin behsa heta 15’ê Tebaxê serî rakirin û serhildanên Kurdan jiyanê çinê û çawa bûn, bikin? Di van serî rakirinan de jinên Kurd seknek çawa nîşan dan?

Di serî de 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya roja vejîna neteweyî li Rêber APO, hemû cangoriyên azadiyê û gelê me pîroz dikim. Fermandarê mezin ê pêşeng ku bingeha pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê û gerîlatiyê avêtiye heval Egîd û di şexsê rêhevalên me yên di meha Tebaxê de gihan asta şehadetê; heval Erdal û Xelat, Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Têkoşîn Dêrsim (Ruhal Akyildiz), Nûcan (Cennet Dirlik), Jin Rojhilat, Denîz Firat, Ekîn Van, Tolhildan Raman û hemû şehîdên me yên têkoşînê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ez hevrêyên xwe yên ku li ser şopa van şehîdan bi ruhekî fedayî yê mezin li Zap, Avaşîn û Metîna di şer de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim û Cejna Pêngava 15’ê Tebaxê li hevalên we yên li çeperên şer jî pîroz dikim.

“Li dijî zîhniyeta serdest a mêr berxwedan her tim hebû”

Rêber APO di analîza xwe ya sosyolojîk de tesbît kiriye ku di koka pirsgirêkên civakî yên çîn, desthilatdarî û dewletan sedem dibin de pirsgirêka jinê heye. Radixê berçavan heta rastiya jinê neyê pirsgirêkkirin, pergala kedxwarî jî pêş nakeve. Di vî aliyê de jinan; li hemberî vê şaristaniya 5 hezar salî hem wek cins, hem wek çîn û hem jî wek milet bi sedemên têkoşînê barkirî ye. Ev rewş di tekoşînên civakî yên ku li dijî pergalê hatina pêşxistin de hebûn nîşan dane bi xwe aniyê. Li Mezopotamya ya ku Şoreşa Neolotîkê lê vejîn buye –bê guman mirov nikare pêşengtiya jinê înkar bike- li dijî âqil û hişmendiya serweriya mêr û sepanên wê her tim berxwedan pêş ketiye.

“Serhildanan di têkoşîna hebûnê de nirxek mezin hildigre”

Di vê erdnîgariyê de, ji aliyê dîroka Kurdistanê ve, serhildanên ku di sedsala 19’an de li dijî Împeratoriyên Osmanî û Îranê û di sedsala 20’an de li Bakur, Başûr û Rojhilat li dijî dewletên serdest derketine, di wateya hebûna Kurdan de nirxek mezin hildigre. Lê mixabin; ji ber rêxistin nebûna baş û xiyanetên navxweyî encama tê xwestin nehatiye bidestxistin û rizgarî û azadîya netewî pêkne hatiye. Jinên ji malbatên pêşengtiya Serhildanê kirine bi tevlîbûna xwe ya van têkoşînan derketine pêş.

“Jinan cihên xwe yê di dîrokê de girtin”

Edîle Xatun, Hefsêxan Neqip, Qedem Xer, Hatû Şanaz, Mîna Qazî, Rewşen Bedirxan, jina ciwan a xwendekar Leyla Qasim; li Koçgiriyê Zarîfe, li Agiriyê dayê Gulnaz, li Dêrsimê Besê cihê xwe yên di dîrokê de girtine. Ev jinên pêşeng bi welatparêziya xwe di rêxistinbûna gel de, di asta komele û yekbûnê de, di hişmendikirina jinan de û hin ji wan jî di şerê çekdarî de rol lêyistine. Her wiha rastiyeke din ya ku di dîroka serhildanan de diyar derdikeve pêşiya me, ewe ku bi taybet jinan ji bo ku piştî têkçûnan sax nekevîn destê dijmîn, helwesta xwe ji zinaran avêtinê nîşandane û di rastiyê de li şûna teslîmiyetê berxwedan tercîh kiriye. Ewqas helwêstên bi rûmet û fêdakarî ku derketine holê, di wateya hebûn û azadiya neteweyî de ji bo bidestxistina destkeftiyan têrê nekiriye. Di wateya herî giştî de karakterê parçebûyî û teng ên serhildanan, ji Rêbertî û hişmendiya neteweyî dûrbûn, tespîtkirina bingehîn a pirsgirêkê û rêbazên derbaskirinê re, wek têrnekirina di têgihiştina rêxistinî û çalakiyê de, têrnekirinên mijarên bingehin de ev encam bi xwe re anî ye. Hatina rewşeke wiha; êdî bi awayekê herî kûr xwe înkarkirin û pejirandina rastiya dagirkeriyê ye. Weke me li jor jî diyar kir, pirsgirêka jinê ku bingeha hemû pirsgirêkan disekne jî; di warê dînamîkên şoreşgerî de jî di sînorên pergalê de tê pênasekirin û xalekî ku çareserî digere ye. Aliyê herî bingehîn a ku derketina PKK’ê jiyanî û bi wate dike ev kesayet e.

*Hûn dikarin hinekî behsa şert û mercên sedsala 20’an a 15’ê Tebaxê hat jiyîn bikin? Di têkoşîna neteweyî jin çawa cih girtin? Beriya 15’ê Tebaxê rewşa jin û gelê Kurd çawa bû? Gavên dibe 15’ê Tebaxê çi ne?

Hem di pergala cîhanê de hewldanên dirêjkirina temenê hêzên kapîtalîst, hem jî pêkanînên rejîma faşîst ên ku di dewletên serdest ên herêmî de derketine holê, encamên piratîka sosyalîzma reel di astên cuda de lêgerîna rêxistinbûnê bi xwe re anî ye. Salên 1970’an salên ku wek rizgariya netewî pêş ketine, azadî, demokrasî û nirxên mirovahiyê yên wekî mafê netewan çarenûsa xwe bi xwe tayînkirine di rojevê de bû. Ji aliyê gelê Kurd ve rewş; di bingeha polîtîkayên kedxwarîkirin de îşkence, zilm û qetlîam e. Di çaryeka dawî ya sedsala 20’an de, piştî tepeserkirina serhildanên ku li dijî êrîşên înkar û îmhayê pêş ketin, em rastiyeke gelekî  ku hema bêje ji dîrokê jêbûyin re rû bi rû me ye, dibînin.

“Hewl hat dayîn serhildan bê bêdengkirin”

Li tevahiya cîhanê jin û ciwan, civakên bawerî û netewan di nav serhildanan de bûn, lê di derfetên Tirkiyê de li pêşberî vê yekê ji bo pêşî lê girtina van lêgerînan, bêdengkirin û fetisandinê; bi darbeya 71’an rêxistinên şorşegerî bi hedef girtina pêşengên çep û sosyalîstan darbeyên mezin xwarine. Tam di serdemeke wiha de têkoşîna me ya azadiyê ya di pêşengiya Rêber APO de derdikeve qada dîrokê. Bi darbeya 80’î re, bi pêkanîna terora dewletê ya vekirî li dijî tevahî civakê, armanc ew bû ku Tevgera Apoyî ya nû geşbûyî, hemû dînamîkên şoreşgerî bi dawî bibe. Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Apoyî jî girtinên giran pêk hatin. Niha jî dewleta Tirk a faşîst û mejiyê hegemon li pişt wê; Ji ber ku ew difikire ku wî xeterî ji holê rakiriye, ew di rewşek rehet de ye ku pê bawer e ku dê hewildanek çênebe.

“Berxwedana heval Sara li ser zar û zimanan e”

Berxwedana li zindana Amedê ku piraniya kadroyên pêşeng ên tevgera Apoyî yên ku digotin “Emê nehêlin ev agirê serhildanê vemire”dihatin ragirtin, bedela wê pir giran be jî li pişt sekinandina vê sozê îfade dike.  Di berxwedana zîndanê de ji bilî Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş û Kemal Pîr, berxwedana heval Sara li ser zar û zimanan  û  li rûyê rejîma mêtinger a faşîst bû, bi destê jinan bû sîleyek ku nayê jî bîr kirin. Baweriya azadkirina jiyanê ya di  PKK’ê de û rêhevaltiya vê rêyê, ji dijmin re nîşan daye ku ev serhildan dê raneweste. Ger nebe nabe ya nirxên ku di zindana Amedê de ji bo xatirê mirin girtine berçavên xwe berxwedan e , ji dîrokê re hatiye nivîsandin û rêya têkoşînê ya were şopandin diyar kiriye. Ev berxwedanê rêya şerê me yê azadiyê diyar kiriye.

* Wateyekî çawa 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd  heye û ev wateyê çi ye?

Pêngava 15’ê Tebaxê gava mezin a li dijî înkar û qirkirina Kurd, qirkirina çandî, neçar hiştina jiyanek bê nasname û bê kesayet pêngava mezin e. Êdî li holê Rêbertî û hêzek pêşeng a şerê hebûn û azadiyê dide heye. Di wateya pêşketina dîrokî de pêşî lê girtina serûbinbûnê her tim wêrekî, fedakarî û hêzek xwestiye. Di van derfetên ku li ser navê jiyanek mirovî ji bilî berxwedanê tu hilbijardeyek din nehatiye hiştin de bi pêngava 15’ê Tebaxê, şerê gerîla ya lingê herî esasî ya têkoşîna azadiyê ye destpê kiriye. Gerîlatiya di fikrê jiyan û şer a Rêbertî de ne tenê avabûnek leşkerî ye, di bingehê xwe de tarzek jiyanê ye.

“Jinên şoreşger berê xwe dan çiyayan”

Di merheleya destpêkê ya komê de bi hebûna Sakîne Cansiz û başê her ku çû bi beşdarbûna jinan a ji tevgerê re çêbû. Jiyana bi şer û berxwedêr a rêheval Sara hişt ku jinên şoreşger ên ku daxwaza wan a azadiyê hene berê xwe bidin çiyayan û ev yek ji wan re bûye hêz. dîroka jinê jî xwe li ser berxwedaniyan mezin kir û bi hezaran jin rûyê xwe, berê xwe û dilê xwe dan ber bi çiyayan.

Bi vî awayî ji bo jinên Kurd di nav gerîla de cih girt hêjayî mîladê ye. Ger dê têkoşîna azadkirina jiyanê bê dayîn, jinan ji derveyî vê girtin dê bibûya xeletiyên dûbare yên dîrokê. Bi berçav girtina rîskên ku ev gav bi xwe re dihewîne û rêdayîna vê yek ji cûdahiyên bingehîn ên rêbertiya Rêber Apo ye. Bi biryardarî û azweriya li ser vê bingehê pêşxistina gerîlatiyê ya rêheval Egîd, bi fermandartî û pêşengtî ya ku ew bi eşqa xebatê û rihê şoreşgerî pêk anî, vê helwestê pêk anî.

“Ji bo jinan derfeta jiyanê derket holê”

Pêngava 15'ê Tebaxê bi vî aliyê xwe re derbasbûna rêxistinî û çalakiyê ji bo qonaxeke cuda îfade dike. Lê belê ev têkoşîn êdî veguheriye şerekî ku di nava polîtîkayên qirkirinê yên faşîzma Tirk de Gladiosuna NATO'yê jî cih digre. Dema li Kurdistanê asta polîtîka û pêkanînên înkar û îmhayê yên bi destê dewletên serdest tên pêşxistin tê berçav girtin, tevlîbûna tevgera Apoyî bûye navê rawestandina li ber vê rewşe û rê ber bi azadiyê girtine. Êdî ji bo jinên ku asta herî kûr a koletiyê tê jiyîn, derfeta xwepêgirtin û wate dayîna jiyanê derketiye holê.

“Em jin li çiyayan hatin, çiya jî li me hat”

Dema ku Rêbertiya me digot, “Her kes ji çiya dakeve jî, jin ji çiyayan nadakevîn”, di rastiyê de behsa sira veşartî û bedewiya dîrokê, îradeya ku afirandiye û bidestxistina hêza rêxistinkirî ya vê dikir. Her ku rêxistin belav bû, jinên Kurd ên ku ev derfetê pir baş hembez kirin, bi agirê azadiyê ku li çiyayan bilind bû jî nû vê zindî bûn, gihişt hêza wateyê û fêrmkir ku mirov û jin çi afirandin. Ango em weke jin li çiyayan hatin, çiya jî li me hat. Cewhera ku çiya hildigre, wek cewhera jinê bilind û berfireh e. Çiyayan; bi heybeta xwe re, serhilderî û bi stargeha xwe re me wek hembêza dayîkekî hembêz kir. Jinan bi guleya yekem a ku ji kedxwarî re hat avêtin re ji gotegotên ku bi guh ji guhan belav bûn hêz girtin û bawer kirin mekanên ku dikarin xwe bisperin berê dan çiyayan.

Ji pêvajoyên ewil destpêkirine, hebûna jinan a di nava gerîlayan de û helwestên xwe yên li hemberî zehmetiyên mezin di nava gel de ji efsaneyan dibe mijar. Efsaneyên ku ji Botanê dest pê kir û li Kurdistanê bi heyecan ji ziman derbasî ziman dibû, ji gundan heta deşt û bajaran giha, bi taybetî jinan li ser tevahî civakê pir zêde bi bandor bûye. Her ku tevlîbûna nava gerîla zêde dibe, em bi rastiyeke arteşbûne ku her diçe dibe fermandar û di şexsê Şehîd Bêrîtan de bi zelaliya bîrdozî li dijî xeta xiyanetê ya hevkar şer dike re rû bi rû ne. Bi Şehîd Zîlan re ruhê fedaî ya di gerîlatiyê de bi rêxistinbûyine, bi vebûneke taktîkî dijmin dixe. Gerîlayên jin ên ku bi gelek kadroyên xwe yên pêşeng, bê dudilî baweriya xwe, biryarbûna xwe, ezîma xwe û hewildana xwe derbasî jiyane dike di serdema me de îmze davêje serkeftinên yekemîn.

*Di navbera têkoşîna netewî û têkoşîna azadiya jinê de hevsengî û cudahiyek çawa heye?

Ger mirov bêje bêyî yekê ya din dê nîvço bimîne, ev nirxandin dê şaş nebe. Ji ber ku tespîta ‘Kurdistan megîngeh e’ ya ku derfetên derketina PKK’ê îfade dike ji xwe bi kurtasî bersiva ‘Çima têkoşîna netewî û çima têkoşîna zayendî’ daye. Metîngehî di nav welatekê de tine hesibandina ziman, çand, nasname û hebûnê ye. Û her cûre pêkutî, zilm rawa tê dîtin. Ji lewre tine hesibandina ziman, çand û nasnameyê tê vê wateyê ku li wê derê tı tiştek aîdê jinê nîne. Ango tevgera me hêj di manîfestoya xwe ya damezrandinê de derxistiye holê ku tenê têkoşîna netewî dê nikaribe vê metîngeriya qirker têk bibe. Bê guman ev pêşdîtina muazam a Rêber Apo, dibe ferqa wî ya herî mezin a ji gelek rêberên din. Rêber Apo bi van gotinan bal kişand li ser têkoşîna zayendî “Ger Kurdistanek e ku di nav jin azad nebûye bidin min jî ez bi ti awayê naxwazim”. Ango nîşaneya şênber a azadiya civakekê, bi beşdarbûna nasnameya xwe ya jinê tê bidest girtin. Ji bo vê jî têkoşîna netewî û têkoşîna zayendî di rastiya me ya têkoşînê de her tim bi hev re meşiyaye.

“Azadî ji hişmendî û têkoşîna zayendî derbas dibe”

Her ku xeta azadiya jinê pêşket û civakbûyîn bû, hişmendiya neteweyî mezin bû û pêş ket û di civakê de têgihiştina jiyanê ya malbatan guhertiye. Ji ber vê yekê civak tenê bi derbaskirina zayendperestî zîhniyet û pêkanînên di têkiliyên jin-zilam de dikare bibe civakeke azad. Ji bo vê jî pêşketina civakê ya ber bi azadiyê ji hişmendî û tekoşîna zayendî derbas dibe. Yanî jinan; di pozîsyonek ku ji bo Kurdistana azad, ferd û civaka azad hin zêdetir ked dide û dixebite de ye. Di cîhanê de di rewşekê ku mafê netewebûnê, hişmendiya netewî ku ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin û kêm-zêde tê axaftinê de ye. Lê li hemberî azadiya jinê, xwe xapandinên ku koletiyê kûrtir dike derdikeve holê. Ji bo wê ji afirandina azadiya rasteqîn, xweseriya rasteqîn û xwebûna rast hertim hişmendîkirin, têkoşîn û şerek dixwaze.

"Divê em hin zêdetir xwedî li destkeftiyên xwe derkevin”

Wek encam heta jina azad nebe, civakek azad nabe. Ji bo afirandina vê hişmendiyê divê jin hin zêdetir bixebitin û ked bidin, serî netewînin û xwedî destkeftiyên dîroka me derbikeve. Yanî pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo hişmendiya neteweyî û vejînê  guleyek hatibû avêtin bû, di heman demê de  li dijî koletiya jinê sembola serî rakirin û destpêkirina berxwedanê bû. Em dikarin cudahiya PKK’ê jî encax bi vî awayî îfade  Ji ber ku tevgera PKK’ê feraseta çep a klasîk derbas kiriye û di her pêngavê de îspat kiriye ku xwedî têgihiştineke têkoşînê ye ku hemû azadî û orîjînalan dihewîne û her kesê ji bo azadiyê biryardar e dikare xwe tê de bibîne Ji ber ku tevgera PKK’ê di her pêngava xwe de îspat kiriye ku xwedî têgihiştineke têkoşînek ku feraseta çep a klasîk derbas kiriye û hemû têkoşîn û xweseriyan digre nava hev, her kesê ji bo azadiyê bi biryara xwe dinava wê de bimîne.

Sibe: Rotînda Amed: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî koletiya jinê serî rakirinek e (2)

“Her jina ku bêparastin dimîne rastî tundiya mêr tê”