Rojnemavana Holandî ji aliyê hêzên PDK ve hat dersînorkirin
Rojnamevana rexnegir a Hollandî Frederike Geerdink şeva borî bi tweetekê ragihand ku dema dixwest di ser Hewlêrê re derbazî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bibe ji aliyê PDK’ê ve hatiye astengkirin û dûre jî wê dersînor kirine.
Navenda Nûçeyan- Rojnamevana rexnegir a Hollandî Frederike Geerdink bi salan e li ser pirsgirêka Kurdan û Kurdistanê dixebite, şeva borî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê agahiyeke lezgîn belav kir û da diyarkirin ku dema xwestiye derbasî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bibe, dema nêzî sînorê Rojava bûye hêzên PDK’ê rê nedane derbas bibe û wê vegerandine Hewlêrê.
“Desthilatdar ji pênûsên me ditirsin”
Rojnamevan Freederike Geerdink di tweta xwe de wiha got: “Destê Erdogan dirêj e’ û her wiha got ku desthilatdariya herêma Kurdistanê ewqas ji jinek pênûs di dest de ditirse û rojnamevanên navxweyî yên xwe ji carekê zêdetir dixin girtîgehan û wiha got: “Ez gelek kêxweş im ku pênûsa min ji bo desthilatdariyên li ser Kurdistan û Tirkiyeyê dinivîsîne. Bi saya pênûsên me nikarin me hemûyan dersînor bikin û qedexe bikin.”
Rojnamevana rexnegir a Hollandî Frederike Geerdink di sala 2021’ê de li gel şandeya aştiya navdewletî berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê lê belê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû astengkirin û nikaribû bigihîje herêma Kurdistanê.