Jinên li Koye balkişandin li ser guhertina qanûnan

Komîteya Zagrosê bi hevkariya Rêxistina Çandî ya Koye ve panelek li dar xist. Di panelê de rewşa jinên di civakê de û şêweyên herî berbiçav ên tundiyê yên jin pê re rû bi rû dimînin hate nîqaşkirin û balkişandin li ser girîngiya guhertina qanûnan.

ŞIYA KOYE

Koye – Him çalakiyên kampanyaya 16 Rojî ya li dijî tundiya li ser jinan didome û him jî bangên ji bo hişyarkirina raya giştî û xurtkirina çanda maf û wekheviyê jî zêde dibin. Kampanya, her sal bi armanca balkişandina li ser xeteriya tundiyê û zêdekirina hewldanên hevbeş ên li dijî gef xwarina vê diyardeyê ku gef li aramî û pêşkeftina civakan dixwo, tê li dar xistin.

Di çarçoveya kampanyaya xwe ya 16 Rojî ya li dijî tundiya li ser jinan de, Komîteya Zagrosê bi hevkariya Rêxistina Çandî ya Koye panelek li dar xist. Endama hînkariyê ya zanîngehê Besîda Haydar Nur û aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Kanîra Luqman Xurşîd,  wekî axaftvan beşdar bûn. Di panela ku gelek jinên ji herêmê beşdar bûn de, rewşa jinan û rêbazên xurtkirina rola wan di têkoşîna li dijî tundiyê de hate nîqaş kirin. Panel, ji bo nîqaşkirina li ser rêbazên hişyariyê û mekanîzmayên piştgiriya civakî qadek afîrand.

Aktîvîsta mafên mirovan Kanîra Luqman Xurşîd, diyar kir ku tundî bi her awayî di civakên cûda de heye û destnîşan kir ku rayedar pir caran têkarî ji bo xirabtirbûna vê rewşê dike û got: "Guhertinên qanûnî yên li Herêma Kurdistanê, ji bo kêmkirina tundiyê têkarî kir û ji bo hêj zêdetir azadbûna jinê, qadek berfirehtir afirand."

Mamosteya Enstîtuya Werzîşê ya Koye Kurdistan Muhammed a der barê tundiya li dijî jinan de axivî, diyar kir ku cureyên şîdetê her tim diguherin. Kurdistan Muhammed, da zanîn îro şêweya tundiyê ya herî berbiçav, tundiya bi teknolojiyê û torên ragihandinê yên sêrhel ve girêdayî ye û wiha axivî: "Qelsbûna derfetên kar ji bo jinan şêweyek din a tundiyê ye. Bi taybetî jî gelek jin di şert û mercên dijwar ên aborî de ji bo dabînkirina debara xwe neçar dimînin bixebitin."

Seroka Komîteya Zagrosê Eska Cafer, diyar kir komîteyê ji 25’ê Mijdarê û vir ve di çarçoveya kampanyayek 16 rojî de dest bi çalakiyên xwe kir û destnîşan kir ku bi hevkariya Rêxistina Çandî ya Koye di rojên kampanyayê de ji bo jinan panelek taybet li dar xistine.

Eska Cafer, der barê şêweyên tundiyê yên heyî û çawaniya tesbîtkirina wan de axivî û diyar kir bûyerên di buroyên tundiyê de tên tomar kirin tabloya rasteqîn nîşan nade. Eska Cafer, destnîşan kir ku di nav mal û malbatan de şêweyên tundiyê yên nayên dîtin heye û got ku civîn û panelên bi vî rengî ji bo bilindkirina hişmendiya jinan û xurtkirina kapasîteya wan a ji bo têkoşîna li dijî şêweyên cûda yên tundiyê pir girîng e.