‘Rojnamevanên Sûdanê di nava şer û gefên giran de dixebitin’

Li Sûdanê di dema şerê navxweyî de bi deh hezaran kes mirine û bi milyonan jî koçber bûne. Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê hişyariyê dide ku rojnamevanên ku bi awayekî bêalî rastiyan radigihînin, bi gef, girtin û armanckirinê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan – Sûdan şahidiya pevçûneke giran di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) û artêşa Sûdanê de dike ku heta niha bûye sedema mirina 59 hezar kesan û koçberbûna nêzî 13 milyon kesî. Ji ber vê krîzê welat ketiye nava birçîbûnê û zêdetirî 30 milyon kes jî hewcedarê alîkariya mirovî ne.

Şerê Sûdanê û gefên li ser rojnamevanan

Di vê navberê de, Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê bal kişand ser xetereyên xistina rojnamevanan nava vî şerî û diyar kir ku ev rewş jiyana wan dixe metirsiyê. Sendîkayê destnîşan kir ku tevî bêalîbûna wan a tevahî û nebûna tu girêdanên siyasî an leşkerî jî, rojnamevan dikin hedefên tolhildanê.

Sendîkayê her wiha tekez kir ku ji ber şert û mercên awarte yên welat, polarîzasyona siyasî ya tûj û dabeşbûnên civakî, rêbazên etîketkirinê bûne amûrên hesabpirsînê. Ev yek jî gefeke mezin li ewlehiya pîşeyî û kesane ya rojnamevanan dixwe.

Berxwedana rojnamevanan û daneyên li ser rojnamevanên ku hatine hedefgirtin

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê ev pêkanîn şermezar kir û teqdîrên xwe ji bo rola girîng a rojnamevanên li Eyaleta El-Cezîrayê anî ziman, ku tevî şert û mercên aborî yên giran û nebûna parastinê jî ji bo ragihandina rastiyê têdikoşin.

Li gorî daneyên sendîkayê, pevçûna berdewam heta niha bûye sedema mirina 34 rojnamevanan. Sendîkayê dubare kir ku rojnamevan ne aliyekî vî şerî ne û hedefgirtina wan êrîşek rasterast e li ser azadiya raman û derbirînê.

Girtin û binpêkirinên li dijî çapemeniyê

Her wiha di meha Tebaxê de, hêzên ewlehiyê yên Sûdanê hejmarek rojnamevan li Eyaletên Çemê Nîl û Gezîrayê girtin û hin ji wan birin cihên nenas. Sendîkayê ev yek wekî binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî yên ku azadiya çapemeniyê garantî dikin, binav kir.

Di dawiyê de, sendîkayê fikarên xwe li ser kiryarên Dozgeriya Sûcên Sîber a Eyaleta Deryaya Sor anî ziman ku fermanên girtinê ji bo çend rojnamevan û xebatkarên medyayê derxistiye, her wiha doza sê rojnamevanên jin ên ku di dawiya Sibatê de li Nyalayê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatibûn girtin, bi bîr xist.