Rojnamevanên Mexmûrê: Nikarin ragihandina heqîqetê asteng bikin

Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) êrişên li ser çapemeniya azad bi daxuyaniyekê şermezar kirin û diyar kirin ku bi êrişan nikarin ragihandina rastiyê asteng bikin.

Mexmûr - Dewleta Belçîkayê li dijî navenda qenala Stêrk TV û Medya Haber TV êrişek pêk anî. Di heman demê de li Tirkiyeyê bi dehan rojnamevanên Kurd û xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçav kirin. Nerazîbûnên dijî êrişên li ser çapemeniya azad her ku diçe zêde dibin.

Rojnamevan û şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê jî êrişên li ser çapemeniya azad bi daxuyaniyekê şermezar kirin û diyar kirin ku bi êrişan nikarin ragihandina rastiyê asteng bikin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê rojnamevan Jiyan Pîran axivî.

‘Dixwazin dengê gelê Kurd û çapemeniya azad vemirînin’

Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên tund yên li ser çapemeniya Kurd û got: “Êrişên li ser çapemeniya azad tê pêkanîn tê wê wateyê ku, dewleta Tirk, dewletên navnetewî yên ku ji hêza çapemeniya azad ditirsin, dixwazin dengê gelê Kurd û çapemeniya azad vemirînin. Em wek çapemeniya azad û rojnamevanên gelê Kurd soz didin ku emê heta dawî şopdarê şehîdên azadiya Kurdistan û çapemeniya azad bin.”

‘Em ê heta dawiyê şopdarê riya heqîqetê bin’

Jiyan Pîran diyar kir ku li ser gelê Kurd şerekî topyekûn tê meşandin û wiha got: “Ne tenê li ser çapemeniya azad, li seranserî Kurdistanê li ser gêrîlayên azadiyê û tevgerên siyasî yên li Kurdistanê şereke topyekûn tê meşandin. Ev êrişên li ser çapemeniya azad têne meşandin ne ji van êrişên ku li ser gelê Kurd tê meşandin dur in. Hemu di heman konseptê de bi şêweyek topyekûn têne meşandin. Lê tu caran nikarin dengê me qût bikin û emê heta dawiyê şopdarê riya heqîqetê bin.”

‘Divê li hemberî vê bê mafiyê herkes dakeve qadan’

Jiyan Pîran di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir û got: “Li beramberî êrişên ku li ser çapemeniya azad û gelê Kurd çêdibin bêdeng nemînin. Ji ber ku ne gelek li vir tê bêdeng kirin, netew û sîstemek tê bêdeng kirin. Divê li beramberî vê bêmafiyê herkes dakeve qadan.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.