Rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin, di hucreyên yek kesî de tên girtin
Biryara sînordarkirinê ya dosyayên 21 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn binçavkirin berdewam dike. Hat hînbûn ku rojnameger bi tena serê xwe di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.

Amed - Di çarçoveya operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin û Abdurrahman Oncu hat binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Feynaz Koçuk jî li Gebzeyê hat binçavkirin.
Rojnamevanan li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê (TEM) a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin û biryara sînordarkirinê dosyayên wan berdewam dike. Hat hînbûn ku rojnamegerên ku 2 roj in di bin çavan de tên girtin, li Midûriyeta Şaxa TEM'ê di hucreyên cuda cuda de tên ragirtin.