Rojnamevanên jin li dijî êrîşa dewleta Tirk meşiyan

Rojnamevanên jin yên başûrê Kurdistanê li dijî êrîşa Tirkiyeyê meşek pêk anîn û diyar kirin ku wê pênûs û wênekêşa Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li erdê nehêlin.

Silêmanî- Li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi pêşentiya rojnamevanên jin yên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişa duh ya Tirkiyeyê ya li hember wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ya li navçeya Seyîdsadiq ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin meşeke girseyî hat lidarxistin.

 Piştî ku meşa girseyî daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayîn ku tê de daxuyaniyên Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rojnamevanên Jin yên Azad yên Başûrê Kurdistanê, Tevgera Azadî, Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONÛS) hatin xwendin.

Daxuyaniya Rojnamevanên Jin yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê rojnamevan Tewar Adil ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Hêro û Gulistan wê bibin meşaleya di rêya rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê de; Di 23’yê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker li nêzîkî gundê Tepereş yê li sînorê Seyidsadiq ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi rêya balefirên bê mirov û bi çek ve wesayîta rojnamevanên ku li ser erka xwe bûn bombebaran kir. Di encama êrişê de Gulistan Tara ya ji Bakurê Kurdistanê ku ji sala 2000’an ve di nav karê rojnamevaniyê de bû û 3 sal bûn wekî şêwirmendê nûçeyên siyasî alîkariya Kompanya Çetirê dikir, her wiha Hêro Behadîn ya ji bajarê Sengaw ku di Kompanya Çetir de karê monîtoriyê dikir jiyana xwe ji dest dan. Heman êrişê de Rojnamevan Rêbîn Bekir yê 30 salî û xelkê Silêmaniyê ku Serpereştyarê Dijîtal yê Kompanya Çetir bû birîndar bû.”

Ev êriş encama lihevkirina di navbera dagirkerên Kurdistanê dene’

Tewar di berdewamiyê de wiha got: “Ev êrişa dewleta Tirk a li ser rojnamevanên azad, têkçûn û bêhêziya tevahî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê li hember dagirkeriya dewleta Tirk, zext û gefên li ser gundiyan û hedefgirtina sivîl û rojnamevanan nîşan dide. Partiyên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bêdengin.Di rastiyê de ev êriş encama lihevkirina di navbera dagirkerên Kurdistanê dene. Bi taybetî jî peymana di navbera dewleta Iraqê û Tirkiyê de ku di bin çavsaxiya PDK’ê de hatî pêkanîne. Her roj siyasetên cur bi cur li dijî gelê Kurd birêve dibin. Ji Şengal heta Hemrîn siyasetên cur be cur yên talankirin, wêrankirin, dagîrkirin û desteserkirinê dimeşînin. Her kesek ku dengê xwe derxîne jî wek sixur û hevkarên dijmin bi nav dikin û dixin kuçeyên girtîgehan de.”

‘Rêbaza têkoşîna jinan ji bo azadî û heqîqetê berdewame

Îro zilm û faşîzma dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya xwefiroş û sîxûrên navxweyî gihiştiye lûtkeyê. Kurdên azad, li her çar parçeyên Kurdistan, cîhan û çiyayên azad ên Kurdistanê di berxwedanek dijwar de ne. Erkê herî sereke jî ketiye ser rojnamevanan da ku rastiya dagirkeran û planên wan eşkere bikin. Emê mîna Viyan Caf, Nujiyan Erhan, Deniz Firat, Pexşan Ezîzî û Nagihan Akarsel rêbaza Gulistan Tara û Hêro Behadîn berdewam bikin ta rêbaza rêya azadî û heqîqet û serbixwebûnê bigihe encamê.Şehîdkirina rêhevalên me Gulistan û Hêro bandora rola rojnamevanên jin diyar dike. Li Başûrê Kurdistanê ku hemû rêbazên tûndî, destdirêjî, tacîz û bi amraz nîşandana jinê dagirkeriya xak, çand, ziman rûbirûyê jinan û bi taybetî jî jinên rojnamevan dibe. Ev êriş nîşan dide ku jinên rojnamevan bi pênûs û kameraya xwe rûyê rastî yê dagirkeriyê û kolekirina civakê ya di kesayeta jinê de ji holê rakiriye û planên sîstema sermayedarî û berjewendîxwaz a zilamê serdest eşkere kiriye. Rêbaza têkoşîna jinan ji bo azadî û heqîqetê berdewame.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke jinên rojnamevanên azad yên li Başûrê Kurdistanê, vê êrişê bitundî şermezar dikin. Em civaka xwe hişyar dikin, ger Tirkiye bigihi armanca xwe, wê ti kes li Başûrê Kurdistanê parastî nemîne.Em bang li sendîkayên rojnamevanan, rêxistinên civaka sivîl, jin, hizb, aliyên siyasî, desthilatdarên Herêma Kurdistan û Iraqê dikin, dijî êrişan bêdeng nemînin û dengê xwe bigihînin navendên navneteweyî. Rê li êrişên dewleta Tirk bigirin, ji ber ku bêdengî wê di dîrokê de bibe rûreşî. Em dixwazin ji gelê xwe re bêjin, ev êriş nikarin bi me gavek jî bide paşde avêtin. Emê bibin dengê rastiyê ku îro baweriya gelê me pê heye.”

‘Li Herêma Kurdistanê jiyana rojnamevanan parastî nîne’

Piştre daxuyaniya Navenda Metro ji aliyê Diyarî Mihemed ve hate dayîn û tê de ev tişt hatin gotin; “Me hêvî dikir ku gelek rojnamevan û kedkarên çapemeniyê beşdarî vê çalakiyê bibin da ku me karî ba zextên xwe zêdetir bikin. Ji ber ya ku li dijî van her du rojnamevanan hatiye kirin û hatine şehîdkirin dibe ku sibe li dijî rojnamevaneke din û saziyek din ya çapemeniyê jî bê kirin. Her wiha karesta duh ya li Seyîdsadiq rû dayî dikeve nav sûcê şer û binpêkirineke li dijî rojmavanan.

Ji ber qewimîna wê bûyera duh ku li dijî rojnamevanan hate kirin sûcekê mezine û nîşan dide ku li Herêma Kurdistanê jiyana rojnamevanan parastî nîne, dibe ku di her dem û kêliyekê de êrişî me kirin û em şehîd bibin. Ji ber vê yekê jî erkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê ye ku van êriş û binpêkirinan rawestînin ku êdî qet neyên kirin.”

‘Divê sazî berpirsyariya xwe bînin cih’

Daxuyaniya Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONÛS) jî  Hawkar Îzet xwen û wiha hate gotin; “Em êrişa li dijî rojanamevanan bi tundî şermezar dikin. Her wiha em vê êrişî weke hewldaneke tirsonek û binpêkirina hemû prensîb û bendên mafên mirovan dinirxînin. Em di wê baweriyê de ne ku qetilkirina rojnamevanan di şer û pevçûnên leşkerî û ewlehiyê de ji bo kiryarên wê pir nemirovane û şermeke mezine. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û saziyên fermî dikin ku berpirsyariya xwe li hember êriş û dagirkeriyên berdewam yên ku dijminên gelê Kurd rojane li ser Herêma Kurdistanê dikin, bigirin ser milê xwe.”

‘Ev nîşaneya îflasa exlaqî û siyasî ya dewleta Tirk û dostên wî ye’

Her wisa daxuyaniya nivîskî ya Desteya Jinan ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji aliyê Sara Reza ve hate xwendin û di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber bêdengî û bêberpirsiyariya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk ji pêkanîna tu kiryarên terorîstî li dijî gelê Kurd dudilî nake. Dewleta Tirk a dagirker rojnamevanan jî dike hedef. Ev nîşaneya îflasa exlaqî û siyasî ya tund ya dewleta Tirk û dostên wî ye. Ji ber vê yekê divê em hemû li welat û li derveyî  şermezar bikin. Êdî dem hatiye ku li dijî dagirker û xayinên Kurdistanê em hemû bi yekrêzî helwestê nîşan bidin û bibin yek.”

‘Em ê têkoşînê bi biryar bimeşînin’

Di dawiyê de daxuyaniya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) jî ji aliyê Şeyma Nebîl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de  wiha hate gotin: “Di dema borî de jî wan daxwaz ji Hikûmeta Federal ya Iraqê  û aliyên peywendîdar kiribû ku di çarçoveya hewlên pratîkî de ji bo rawestandina binpêkirina sînoran û binpêkirina serweriya takekesî û xaka herêmê, helwestê nîşan bidin. “Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku rewş ji ragihandin û şermezarkirinê derbas bûye û pêwîstî bi xebat û hewlên pratîk yên berfireh heye. Em hedefgirtina kesên azadîxwaz ku erkê wan gihandina dengê azad û rewşa rast ya dagirkerî û zordariya li ser gelê me ne, şermezar dikin. Di êrişa herî dawî ya duh de komek rojnamevan û azadîxwaz hatin hedefgirtin. Ev yek jî kiryarên dewleta dagirker a Tirk ya ku jin di hedefa wan ya sereke de ne. Her wiha bi van êrişan ji me re derket û îsbat kir ku Tirk yên weke wan li dijî jinên têkoşer, xwedî îradeya azad dilê wan ji nefretê tejî û tirseke mezin ji wan heye.”

Di dawiyê daxuyaniyê de hate gotin ku “Rêya Gulistan û Hêroyan rêya domandina têkoşînê ye. Em di mijara tolhildana wan ji dijmin û xayînan bi israrîn.”