Rojnamevana Misrî ji bo "Xanimên Nîlê" xelata hêjayî girt
Rojnamevana Misrî Emîra Seyid xelata hêjayî ya kurtefîlma xwe bi navê "Xanimên Nîlê" girt.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevana rojnameya Egyption Gazette Emîra Seyid di beşa belgefîlman de li fastîvala Las Vegas ya Fîlman û Hunerên Raghandinê li Emerîkayê xelata hêjayî girt.
Rola jinên Misrî bi rûbirûna kêşeyên jîngehê re nîşan dide
Fîlm bala komek bijarte ya fîlmçêkerên ji zanîngehên cihêreng ên navneteweyî kişand. Ew însiyatîfek pêşeng a ku ji hêla Wezareta Avdaniyê ya Misrê ve hatî destpêkirin belge dike, ku li wir nebatên zuwa yên avê veguherî hilberên destan ên nûjen, her wiha rola jinên Misrî di rûbirûbûna kêşeyên jîngehê de û pêşvebirina bihêzkirina aborî nîşan dide.
Di fastîvalê de hat pêşandan
Fîlma "Xanimên Nîlê" di rûniştineke taybet de di festîvalê de hat pêşandan, tê de hûrgilî û peyam hatin nîqaşkirin, ku girîngiya hevgirtina çareseriyên jîngehê û geşedanên domdar radixe ber çavan.