Rojnamevana Îtalî: Rêveberiya Xweser bila bibe modela Sûriye û Rojhilata Navîn
Rojnamevana îtalî Marilù Mastrogiovannî ya ku li ser Jineolojiyê lêkolînan dike, diyar kir ku pêwîst e modela rêveberiya xweser, bibe modelek ji bo aramiya aştiyane ya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn.

HÊLÎN XWEBÛN
Îtalya – Marilù Mastrogîovannî ya ku rojnamevanek Îtalî ye, di heman demê de damezrînera Foruma Rojnamevanên Deryaya Spî ya ku îsal salvegera xwe ya 10’emîn pîroz dike ye. Marilù da zanîn ku ew her sal, li ser pirsgirêka Kurd û şoreşa jinan a li Rojava nîqaşan li dar dixin.
Marilù ya ku li Zanîngeha Bariyê lêkolîner e, da zanîn ku lêkolîna xwe li ser pedagojiya veguherîner a Jineolojiyê, her wiha lêkolîna formên nû yên ragihandina nûjen a bi rêya hologram û hişê çêkirî dike. Marilù diyar kir ku derbaskirina hemû sînoran, azadkirina sînoran, girêdana mirov û laşan, tewar yên virtual jî, bi rêya amûrên ragihandinê yên nû ye û wiha pê de çû: “Ez dixwazim ramanên xwe li ser pêşniyara demokrasî û yekîtiyê ya ku ji jinên Sûrî û jinên Kongreya Star ji me re tê, parve bikim. Ez bawer dikim ku pêşniyara aştî û civakek demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatî pêşkêşkirin, pêşniyara herî vîzyoner a ji bo Sûriye û ji bo cîhanê ye.”
‘Azmûna demokratîk a Rojava’
Marilù destnîşan kir ku dikarin hêvî bikin ku gelê Sûriyeyê dikare ji damezirandina PKK’ê îlhamê bigre. Marilù diyar kir ku biryara PKK’ê ya danîna çekan, rê li ber helwestên nû û bi cesaretî vedike û wiha got: “Jinên Rojava, jinên Konseya Sûriyeyê, jinên Jineolojî û jinên Kongra Star, qadên berxwedanê yên nû û nehatine keşifkirin diafirînin. Medyaya qaşo sereke ya rojavayê dinyaye, pêwîst e ku dengê alternatîfa civakî ya herî radîkal a ku li ber çavên me derdikeve holê, bide: ezmûna demokratîk a Rojava.”
‘Redkirina her şêweyek tundiyê’
Marilù got ku ev pêşniyar ne tenê ji bo pêşeroja Sûriyeyê, ji bo her welatekî ku dixwaze li ser pirçandîbûna rastîn ava bike, bibe mînakek. Marilù biryara danîna çekan wek hilbijartinek radîkal binav kir û wiha got: “Ew, temsîla fîzîkî ya tiştê ku Ocalan jê re dibêje ‘kuştina zilam’ e. Ev tê vê wateyê ku redkirina her şêweyek tundûtûjiyê ya li ser bingeha çanda baviksalar e. Kî dikare îro jî heman tiştî bike? Kîjan welatê qaşo "pêşketî" amade ye ku zilamtiya di hundirê xwe de bikuje û çekên xwe deyne?”
Marilù pirsa “Gelo Îtalya û Ewropa dikarin vê bikin?” kir û wiha domand: “Gelê Kurd, jinên Kurd, di vî warî de çirayek ronahiyê ne; ew mirovahiyê û azadiya ku bi rêya pergala xwerêveberiyê hatiye bidestxistin temsîl dikin. Dengê wan, şahidiya wan, pratîka wan, zanista wan divê were bihîstin, ji ber ku bêyî rizgariya jinan, civakek bi rastî azad ne mumkin e.
‘Şoreşa jinan li Rojava divê berdewam bike’
Marilù balkişand ser êrîşên terorîstî yên ku gelê Kurd ê Sûriyeyê di mehên dawî de lê rast hatiye û got ku ev nayên qebûlkirin. Marilù nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Şoreşa jinan li Rojava divê berdewam bike, ji ber ku ew pêşengiya azadiyê ji bo her zindiyek e. Azadiya rastîn, azadî ji her cûre zilmê qutbûyî. Hêzên terorîst û çeteyên ku niha li Sûriyeyê çalak in, li tunekirina destkeftiyên mezin ên gelê Kurd û jinên Rojava di rêya wan a ber bi xwerêveberiyê ve, gefan dixwin. Rêyek ku divê ji hêla her çandek ve, ji hêla her çandek ku îdîa dike ku demokratîk e, wekî modelek îdeal were girtin. Ji ber ku bêyî azadiya xwerêveberiya xweser û kolektîf, demokrasî tune. Û ev ne li gelek welatên Rojavayî yên ku xwe demokratîk bi nav dikin, ne jî li Îtalyayê diqewime.”
Marilù xwest ku pratîka xweserî û xwerêveberiyê ya ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, li ser bingeha rizgariya jinan tê bicîhkirin, ji bo wan hemûyan bibe modelek ku ew bişopînin û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Û bila ew bibe modelek ji bo aramiya aştiyane ya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn.”