Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala hat berdan

Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ya di 19’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan Rojnamegera Îtalî Cecilia Sala ku di rojnameya Il Foglio û platforma podkasta Chora Media de dixebitî û ji bo çêkirina nûçeyan çûbû Îranê, roja 19’ê Kanûnê li Tehranê hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Êvînê ya ku girtiyên siyasî tê de ne.

Ofîsa Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku rojnamegera Îtalî Cecilia Sala ku li Girtîgeha Evîn a paytexta Îranê Tehranê girtîbû, hatiye berdan.