Li Sûriyeyê bûyerên ewlehî û xwekuştinê bi awayek fikar zêde dibin
Zêdebûna bûyerên ewlehî û xwekuştinan li Sûriyeyê giranbûna şertên jiyanê û xirabbûna tenduristiya rihî nîşan dide. SHOR diyar kir ku ji destpêka 2026’an heta niha 18 sivîl mirineû 29 bûyerên xwekuştinê belge kirine.
Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR) belge kir ku di nava 72 saetan de li herêmên cûda yên Sûriyeyê ji ber bûyerên cûda yên ewlehiyê, 4 zarok û jinek jî di nav de 18 sivîl mirine. Ev bûyer, ji ber gulebarana bêserûber û teqînên ji ber bermahiyên şer bigre, heta kiryarên sûcan, ev jî nîşan dide ku valahiyek ewlehiyê ya berfireh û belavbûna bêkontrol a çekan heye.
Rêjeya xwekuştinê zêde dibe
Rêjeyên xwekuştinê ji destpêka sala 2026’an vir ve bi berdewamî zêde dibin. Navendê diyar kir ku 29 bûyerên xwekuştinê ku di nav de 2 zarok û 5 jin hene, li piraniya bajarên Sûriyeyê belav bûne, belge kir. Ev yek jî kûrahiya krîza aborî û psîkolojîk a ku nifûs pê re rû bi rû ye nîşan dide.
Rêbazên xwekuştinê cûrbecûr bûne, di nav de gulebaran, daliqandin û avêtina ji bilindahiyê hene. Hinek bûyer ji ber rewşên nexweşiyên psîkolojîk û trawmaya civakî ne.
Bûyerên rojane yên ku ji destpêka salê ve hatine tomarkirin, ji Idlib, Dêrezor û Derayê bigire heta Şam û Lazkiyê, nîşan didin ku zextên aborî, rêjeyên bêkariyê ya zêde û kêmbûna xizmetên bingehîn bûne sedemên sereke ku beşên mezin ên nifûsê ber bi hilweşîna psîkolojîk ve dibe.
Navenda Çavdêriyê hişyarî da ku ji derveyî nebûna bernameyên piştgiriya psîkososyal, xirabûna şert û mercên jiyanê, ev bûyerên bi xeter li herêmên cûda yên Sûriyeyê krîzên ku sivîl dijîn, kûr dike.