Rojnamevan Heval Arsalan: Êrişên li dijî TV’yan ji polîtakayên şer ne qut e

Edîtora Medya Haber TV Heval Arslan bertek nîşanî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV da û diyarkir ku êriş ji polîtîkayên şer ên dewleta tirk ne qut e.

Navenda Nûçeyan – Polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Zêdetirî 200’an polîsan herêma ku studyoyên televizyonan lê ne dorpêç kirin. Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, komputer desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û kerabe birîn. 

‘Meteryalên xebatê parçe kirin’

Edîtora Medya Haberê Heval Arslan da zanîn ku zêdeyî 200 polîsan saet di 01.00’an de bi şîrketên Roj NV, Stêrk Production û Hîvronê ku ji Medya Haber TV û Stêrk TV’yê re xebata produksiyonê dikin û studyoyên girêdayî wan de girtine. Heval Arslan, diyar kir ku destûr nayê dayîn ku kes bikeve saziyê, anî ziman ku deriyê studyoyên televizyonan hatine şikandin û wiha got: “Hemû ode ser û bin kirine, hemû materyalên xebatê hatine parçe kirin. Qablo bi temamî hatine jêkirin û televizyon anîne asta ku nikare bixebite.”

‘Divê pêvajoyê de bi tu awayî naxwazin degê gelê Kurd were bihîstin’

Heval Arslan, bal kişand ser dema serdegirtinê û diyar kir ku watedare piştî serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan a li Belçîkayê ev serdegirtin çêbûye û got: “Ev rewş ji peymana di nav dewletên NATO’yê û dewleta tirk de ne serbixwe ye” û destnîşan kir ku tiştên qewimîn ji polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê kurd ne qut e.”

Heval Arsalan ev tişt got: “Ji ber ku her du televizyonên li vir weşanê dikin polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk û polîtîkayên wê yên şer û qirkirinê teşhîr dikin û hewl didin dengê gelê kurd ragihînin. Ne tesaduf e ku her du televizyonên me hedef bên girtin. Bi temamî girêdayî polîtîkayên şer ên dewleta tirk e. Girêdayî êrişên dewleta tirk ku dixwaze li dijî Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirine. Di vê pêvajoyê de qet nayê xwestin ku dengê gelê kurd bê bîhistin. Ev êrişeke li dijî çapemeniya azad, azadiya îfadeyê û mafê wergirtina agahiyan a gelê kurd e. Bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev êrişeke li dijî azadiya çapemeniyê ya li gelemperiya cîhanê ye.”